YNK û Goran: Li herêma Behdînan MÎT’a Tirk bûye desthilat

53

 

 

 

ROZA MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Ji bo wergirtina cenazeyê sê birayên di encama bombebarana dewleta Tirk de şehîd bûyîn, malbatên wan ji dewleta Tirk destûr xwestin. Piştî 7 rojan malbatan bi izna leşkerên Tirk kariyan cenazeyên xwe ji herêmê werbigrin. Li ser vê bûyerê berpirsên Tevgera Goran û YNK’ê yên Şeledizê ji RojNews re axivîn.

 

Berpirsê Navenda Tevgera Goran yê Dihokê Mueyed Ehmed li ser rewşa welatiyên herêma Behdînan axivî. Ehmed balkêşa ser rewşa xirap ya welatiyan û got; “Rewşa jiyana welatiyan gelek xirabe, ji neçariyê diçin çiyan bi hatina Biharê re ji bo debara xwe giya komdikin. Lê mixabin karesatên bivî awayî bûye sedem ku rewş xirab bibe.”

 

 

Ehmed diyarkir ku ewên li vê herêmê xwe wek hikûmet dizanin  tu helwestek a wan nîne. Ehmed got ku dewleta Tirk xwe kiriye xwediyê herêma di bin kontrola PDK’ê de û wiha pêde çû; “Xelik nizani bikuve biçe, li  herêma PDK’ê nêzîkî 20 baregehên leşkerî yên Tirkiyê hene. Di hemû baregehan de jî çekên giran hene. Ev xwe dispêre wê yekê ku peywendiya xwe bi berjewendiyên PDK’ê ve heye. Xelik jî di bin qurbanê berjewendiyên binemala Barzanî.”

 

Herwiha Ehmed balkêşa ser liv û tevgera MÎT’a Tirk jî û got; “MÎT’a Tirk desthilatiya van deverane dike, hebûna dewleta Tirk a li vê deverê ber bi zêdebûnê ve diçe. Welatî ji vê yekê gelek ditirsin, welatî dibêjin niyeta Tirkiyê dagirkirina Kurdistanê ye. Ya ji hemûyan nexweştir ewe ku, partiyek Kurd weke PDK’ê li gel dewleta Tirkiyê ye.”

 

Berpirsyarê komîteya Yekitiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) yê Şêladizê Ferec Rêkanî jî divê derbarê de axivî û got; “Li vê herêmê desthilatdariya dewleta Tirk gelek zêde bûye, baregehên leşkerî jî zêde dibin.”

 

 

Di dawiyê de Rêkanî got ku tiştên leşkerên Tirk dike ji bo piştgiriya PDK’ê ya li van navçeyaneye.

 

(ik)