NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî pêşbîniya rêvebirê giştî yê rewşa hewayê û erdhejên Herêma Kurdistanê, li gorî bilindbûna asta deryayayî wê li Herêma Kurdistanê baran bibare. Wê li hinek navçeyan ji ber barana zêde bibe sedemê rabûna lehiyê.

 

Pêwiste em çibikin di dema rabûna lehiyê de?

 

1 — Pêwiste di hemu male de boriyên avderxistin hebin, di wexta tejibun qanalasizyon ji derxistin wê avê ji mala xwe.

 

2 — Bi taybet ji ew malên liser cehdan, çal û gerac heyin pêwiste hewzeki çarguşe çêbike û dînamoyên taybet ji derxistina avê amade bike. Dema hewz tejibi bi wesayita xwe wê avê derbixe ji bu ku neyê hindirê malê de.

 

3 — Pêwiste paqijkirina qenalizisyona malê ji ber, qirêji û berhurkan wer kirin û xaniyên nû hatîn çêkirin ji pêwiste xani werin laylonkirib  ji bû rêjeya avê zêde kom nebe.

 

4 — Paqijkirian serban, hewş ji qaxez, kisik di wextê baran di bare de ji ku qenalizisyon neyê qepatkirin.

 

5 — Ew malên li Taxa Lawekî ne ji berku taxa xarê wê lehî ji taxên jor bi serde bi herikin . Ji ber wê pêwîste li hember vê yekê tedbirên xwe bigirin û ne hêlin lîm çêbe ji bo wê berê avê biguherin û ji cihê bilind berbi cihê hîn nizimtir ve berê avê biguherin.

 

 6 — Pêwiste ceyran ji binî were qutkirin ji berku dema av ket hindirê malê de metirsiyek mezin wê çêbe ji ber ku av û ceyran pêwiste ji hev werin dûrkirin.

 

7 — Ew malên ku sale lehî dice hindir malê û heya niha ji tedbirek yê xwe ne girtibe ji parastinê. Pêwiste kelûpelê xwe yê taybet ji malê derbixe wek zêr û pere heya rewş zelal bûyî.

 

8 — Daxwaza me ya serek selametiya hemu malabtan, ji bo karê herî baş pêwiste malbat ji cihên nizim berbi cihên bilind ve bicin ji selametiya canê xwe.

 

9 — Ew malên ku serbanê wan dar û ax heyî pêwiste di wextekî herî zu de derbikevîn ji derve. Ji ber ku metirsiya xirabûn û hatina xar ya wan xaniyan heye.

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here