Çeteyên DAIŞ’ê ku ji Tirkiyê vegeriyan li Mûsilê hatin girtin

24

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro rêveberê polîsên Nînowa diyar kir ku du çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji Tirkiye vegeriyane Mûsilê, hatine girtin. Rêveberê polîsên Nînowa Hemed Nams Cibûrî di malpera xwe ya medyaya civakî de li ser girtina du çeteyên DAIŞ’ê nivisek belav kir. Di nivîsê de Cibûr diyarkir ku hêzên polîsan bi alîkariya welatiyan karîne du çeteyên DAIŞ ku ji Tirkiye vegeriyabûn Mûsil bigrin.

 

Herwiha Cibûrî got; “Herdû çeteyên DAIŞ’ê li taxa Somer a li aliyê çep yê Mûsil hatine girtin. Girtina van çeteyane jî bi biryara dadgehê li gorî madeya 14’ê ya terorê hatine girtin.”

 

(rn)