MEXMÛR/ROJNEWS

 

Weke her devera Başûrê Kurdistanê navçeya Mexmûr a Mûsilê jî di nava xebatên hilbijartinê denin. Ciwan di derbarê hilbijartinê de ji RojNews re axivîn û gotin ku pêwîste êdî Kurd yekgirtî biçin Bexdayê.

 

Ciwanê binavê Xeyat Azad Osman destnîşan kir ku herî baş gel dizane kî rast xebatê dike, dê dengê xwe jî bi heman şêweyî bixebitînin û wiha domand: “Ez bang li hemû gelê Mexmûr dikim biçin ser sindoqên dengdanê û dengê xwe bidin ên xizmetê ji wan re dikin. Gel kê rast dibîne bila deng bide wan. Ya giring em dengê xwe bidin xwe. Niha ji sedî 50’î  axa Kurdistanê hatiye dagirkirin. Ev sed salin welatê me dibin dagirkeriyê deye, divê em êdî welatê xwe ji dagirkeran bigirin. Divê em bi hêz û dengê xwe bişêweyek demokratîk biçin ser sindoqan. Hewceye em nûnerên xwe bişînin Bexda û biselimînin ku ev herêma Kudistanê ye.

 

 

Di heman demê de 12’ê gulanê roja li sêdarê dana Leyla Qasim e. Ew yekem jina li sêdarê dayîn. Divê hemû gel tayîbetî jin biçin ser sindoqan dengê xwe rast bikarbînin ji bo bikarin xwîna Leyla Qasim li erdê nehêlin.”

 

Ji ciwanên navçeya Mexmûrê Geylan Ebas Ebdulah jî bilêv kir ku divê gel dengê xwe bidin ên bê cudahiyên hîzbî dixebitin û wiha berdewam kir: “Divê xelk deng bidin ên bê cidahuyên hîzbî her kesê weke hev bibîne. Ji ber hewceye êdî ji hîzbî zêdetir em Kurdînî bifikirin û bibin yek.”

 

 

‘Hewceye em Kurd yekgirtî biçin Bexda’

 

Ciwanê bi navê Mihemed Elî jî balkişand ser giringiya 12’ê Gulanê û wiha pêde çû: “Roja 12’ê Gulanê ji bo gelê Kurd tevahî rojek giringe. Ez bang li hemû ciwanan dikim beşdarî hilbijartinê bibin. Bila deng bidin ên xizmetê bikin. Ev 27 salin me dît ên berê çîkirine, ji ber wê jî bi zanebûn dengê xwe bikarbînin. Bila deng bidin ên her çar aliyê Kurdistanê yek dikin û ji bo hemûyê xebat bike. Hewceye êdî em Kurd yekgirtî biçin Bexda.”

 

 

Mihemed Sabir Emer jî da zanîn ku hewceye yê ji bo aliyê Mexmûrê bê hilbijartin ji bo gel xizmet bike û wiha axivî: “Gel wê dengê xwe bide yê karbike û di xizmeta gel debe. Divê yê bê hilbijartin jî ji bo Mexmûr û derdorê wê pirojeyên nû pêşbixe, ji bo gel sudek baş bibîne.”

 

 

(kom/rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here