SEMÎRA ŞEHABÎ/ SILÊMANÎ

 

Her dema kesek dikeve nava pirsgirêkên derûnî, yekem tirs û metirsiya pêre rû bi rû dibe, ewe ku civak û derdor bi şêweyek cûda danûstandin li gel dike. Di encamê de ev kesane tên paşguh xistin û ji aliyê kesên din ve bi çavek cûda tên temaşekirin. Jina ciwan a şêwekar Lerê Necmeddîn bi tabloyên xwe balê dikişîne ser van mijaran.

 

Şêwekar Lerê Necmeddîn jinek ciwan a 20 saliye û li navçeya Çemçemal a girêdayî Silêmaniyê jidayik bûye. Lerê Necmeddîn niha xwendekara pola 3’ê ya beşa Şêwekarî li Koleja Hunerî ya Zanîngeha Silêmaniyê ye. Di tabloyên xwe de balê dikişîne ser ew kesên ketine nava xweşiya derûnî û her wiha jinên ku rastî tundûtûjiyê hatine. Jinên ku asît hatiye rijandina ser rûyê wan.

 

 

Lerê Necmeddîn got ku huner nîvê jiyana wê ye û wiha dewam kir; “Huner û şêwekarî bûye beşek bingeh ji jiyana min. Bi vê rêyê ez dikarim tiştên di fikira min de hene derxwînim holê. Ez dixwazim bi rêya tabloyên xwe balê dişînim ser ew jinên rastî tundiyê hatine û asît hatiye rijandina ser rûyê wan.”

 

 

 

 

 

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here