‘Em deng nadin partiyên piştgiriyê didin dagirkeran’

51

 

 

 

HÊVÎ BARAN/ QENDÎL

 

 

Welatiyên Binarê Qendîlê têkildarî hilbijartinên parlementoyê ya Iraqê û beşdarbûna partiyên Kurd ji hilbijartinan re axivîn û daxwazên xwe yên ji hêzên siyasî yên Kurd anîn ziman. Qendîliyan ji bo parastina destkeftiyên Kurd bang li partiyên Başûrê Kurdistanê kirin ku bi berpirsiyariyên netewî nêz bibin û diyar kirin ku ew deng nadin ti partî yanjî hêzeke ku piştgiriyê didin dewletên dagirker.

 

‘Eger Kurd yekgirtî bin wê dijmin bombe li me nebarînin’

 

 

Xecê Hesen Ebdullah diyar kir ku dema hilbijartin çêbû divê partiyên Kurd ji bo parastina Kurdistanê li parlementoya Iraqê hevgirtî bin. Xecê di berdewama axaftina xwede anî ziman ku ne yekbûna hêzên Kurd dibe sedem ku bombe li Kurdistanê were barandin û wiha pêde çû: “Eger Kurd bibin yek wê dijminên me nikaribin bombe li axa me bi barînin, wê nikaribin ciwanên me, jinên me, kal û pîrên me qetil bikin. Di rojên wiha de tişta herî girîng li hember zilmkaran bûyîna yek e. Em her rû be rûyê top û balafirên dewleta Tirk in. Gelê Binarê Qendîlê ji ber êrîşên dewleta Tirk gelek zehmetiyan dikişîne.  Heger partiyên Kurd yekîtiya Kurd çêbikin wê dewleta Tirk jî nekare ew qasî êrîşê Kurdan bike. Em ê jî bi daxwaza dawî anîna êrîşan biçin ser sindoqan.”

 

‘Divê pirsgirêkên aborî çareser bikin’

 

Xecê her wiha îşaret bi girêdana partiyên Kurd bi dewletên din re jî kir û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Kurdistan zehf dewlemend e. Pêwîstiya gelê Kurd bi dewletên dîtir an jî welatên dîtir nîne. Ji ber ku axa Kurdistanê hemû pêwîstiyên me pêk tîne. Bi vê baweriyê em jî dixwazin ji axa xwe sudwer bigrin. Divê em li destê welatên din temaşe nekin. Divê yek ji karên din yên partiyên Başûr çareser bikin jî pirsgirêkên aborî be.”

 

‘Wê gelê Kurd dengê xwe nedin xiyanetkaran’

 

Welatiyê bi navê Şêx Ebûbekir jî diyar kir ku daxwaza wan ya sereke ji partiyên Kurd yekîtiye û wiha axivî: “Eger yên tên hilbijartin yekîtiyê esas negirin wê ti bendewariyeke me jî ji wan nebe. Divê Kurd di hilbijartinê de yekgirtî bin. Wê gelê Kurd dengê xwe nedin xiyanetkaran. Em yên ku me teslîmê dijminan dikin şermezar dikin û dixwazin Kurd bi yekîtiyê bersiva dijminên Kurd bidin.”

 

 

‘Dagirkerî xweşî nade me’

 

 

Hemed Şêx Ehmed anî ziman ku ew bi salanin dibin zilma Tirkiye, Îran û Iraqê de dijîn. Şêx Ehmed diyar kir ku malên wan hatine xirap kirin û dirêjî bi axaftina xwe da: “Malên me xirap kirin û gundên me wêran kirin. Me qet keyfxweşî nedîtiye. Ji ber zilma li ser me me qet xweşî nedîtiye. Lê, têkoşîna  heyî hêvî dide me.”

 

‘Em ji partiyan daxwaza yekîtiyê dikin’

 

Hemed Şêx Ehmed di dawiya axaftina xwede destnîşan kir ku ew dixwazin di hilbijartinê de ne partiyek gel serbikeve û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Niha ji bo hilbijartinan hemû partî dibêjin dengê xwe bidin me, herkes dixwaze partiya wan serbikeve. Lê belê em weke gel naxwazin partiyek qezenc bike, em dixwazin gel serbikeve. Tenê bi yekbûna Kurdan gelê Kurd dikare ji hilbijartinan serkeftî derkeve. Em di van hilbijartinan de daxwaza yekîtiyê dikin.”

 

(bz)