AWAT PORÎ / ROJNEWS

 

Ferzad ji ber kar û çalakiyan ji aliyê rejîma Îranê ve rastî zext û zoriyan tê û gelek caran ji aliyê rêveberiya perwerdeya mamosteyan û îtlaatê ve dihate vexwendin û gef lê dixwarin.

 

Di Tebaxa sala 2006’an de, Kemanger ji bo çareseriya nexweşiya birayê xwe diçe Tehranê, lê bi hinceta destçêkirî û komplogerî, bi sedema ku xwestiye teqînekê çêbike û çalakiyê pêk bîne li Tehranê tê desteserkirin.

 

Roja 9’ê Gulana 2010’an aktîvîst û mamosteyên Kurd Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan, Şîrîn Elemhûlî û Mehdî Îslamiyan, li Girtîgeha Evîn a Tehranê ji aliyê Îranê ve hatin darvekirin.

 

Laşê nivîskar dibe defterek ku êşkenceyê li ser dinivîse û paşê bi awayê dariştin yan helbest diafirînin. Ango xala hevbeş a hemû nivîskarên girtîgehê gihandina ew êş û êşkencaya li girtîgehan li ser girtiyan pêk tê ye. 

 

Wêjeya girtîgehê di zimanê Farisî de, qet mînakek têde nîne ku bibe awêneya li hemberî êşkence, zext û çespandina sitemên di nava girtîgehê.

 

Ferzad Kemanger yekane mînake di wêjeya Farisî de ku ne tenê li girtîgehê de, di bin sîwana darvekirinê de rawestiya û li şûna bertekên li hemberî êşkence û êşên zimanekî nû afirand.

 

Nameyên Ferzad Kemanger ne tenê berxwedan û xweragiriya li girtîgehê, belku afrêneriya şêwazê jiyanê, stîlekî nivîsînê, hêvî, xewn û mecazî pêk aniye.

 

Beşên nivîsên Ferzad Kemanger bi eşkere dibêjin, laşê nivîskar ji vî zimanê ku li beramber bi kar tîne fêm nake. Li beramber de zimanekî nû diafirîne. Zimanekî ku behsa jiyanê dike, ji bo gihandina êşan jî sînorên laş ên nivîskar derbas dike.  Behsa êş û azarên din ên civakê dike.

 

Di vî alî de, wêje bi dîtin û nivîsînê di nava laş û derûniya yê din de pênase dike. Ango wêje ne nivîsîna derbarê nivîskar bi xwe de û êşên wî ye, belku geşteke li nava laşê kesên din de. Hemû yên ku ne nivîskarin, di nava laşê nivîskar de dest bi jiyanê dikin. Taybetmendiya herî sereke ya nivîsên Kemanger ewe, her eve ji nivîsên din ên li girtîgehê hatine nivîsandin cuda dike.

 

Ferzad Kemanger di nameyekî xwe de wiha behsa mamostatiya xwe dike; "Gelo bûyîna mamoste û ji masiyên biçûk ên vî welatî re riya diçe deryayê nîşandan, gengaze? Ma çi ferqa wan heye ku ji Arazê bin, ji Karûnê bin, ji Sîrwanê bin, an jî ji Serbazê bin? Ma çi ferq heye ku dema armanca me derya û yekbûn be, pûsûlaya me jî roj be. Ma çi girîngiya xwe heye dawiya me zindan be!”

 

 

'Ji ber ku em Kurd in, em tên darvekirin'

 

Ferzad Kemanger, mamosteyekî ku dil û mejiyê xwe da perwerdeya zarokan. Kemanger tenê ji ber ku Kurd bû hate darvekirin. Beriya bê darvekirin di nameyek xwe de wiha got, "Ji ber ku em Kurd in, em tên darvekirin. Mirovên me yên li her derê divê bi vê zanibin. Ji wan hebû, ku tarîtiya girtîgehê wê rojê û ronahiya ji mejiyê min bibe. Lê belê min bi xwe dît, ku binevş di nava tarîtî û bêdengiyê de jî şîn dibe."

 

Mamoste Ferzad ku jiyana xwe diyarî zarokan kir, da xuyakirin ku piştî hate darvekirin divê dilê wî di sînga zarokan de bijî: "Bi hezkirina xwe ya ji mirovan re, min biryar da ku eger jiyana xwe ji dest bidim, organên min bidin mirovên ku karibin bê bijîn. Destûrê bidin ku dilê min bi hemû hezkirin û dildariya xwe ji bo zarokekî bê bexşandin. Ne girînge li ku be; Li bankayên Kaaron, li quntarên Çiyayê Sabalaanê, li qiraxa Sahara ya Rojhilat an jî li Çiyayê Zagrosan bi zarokekî li hilatina rojê temaşe dike. Yekane daxwaza min ew e, ku dilê min ê serhildêr û zindî, di sînga zarokekî de lê bide, ku karibe daxwazên xwe yên zarokatiyê bigihîne heyv û stêrkan."

 

Kemanger, ku rewşa hevalên xwe yên di sala 2010'an de pê re hatin darvekirin meraq dike, destnîşan dike ku yekane meraqa wî rewşa hevalên wî ye. Kemanger wiha dewam dike: "Niha yekane tişta ji bo min girîng ew e, ku dengê hevalên xwe, hevrêyên xwe yên li benda darvekirinê ne Şîrîn, Elî, Ferhad û girtiyên din bidim bihîstin. Lazim e her kes qîrîna wan bibihîze. Ji jiyana min jî girîngtir e ku ez vê bidim bihîstin."

 

 

Li girtîgehê tawîzan nade dijmin

 

Kemanger Xwe, weke xeleka dawiyê ya kevneşopiya berxwedêriya zindanê ya ku bi Mazlûm Dogan re destpêkiriye, ji baweriya xwe qet tawîzan nade û gavan bi paşve navêje, berevajiyê vê bi ser dijmin de diçe. Di zindanê de jî vala nasekine; di nava girtiyan de xebatên polîtîk dimeşîne; tim biratiya Kurd, Faris, Azerî, Belûcî û gelên din vedibêje û bi derve re di nava têkiliyan de ye.

 

Li girtîgehê pirtûkxaneyê çêdike

 

Bi armanca ku girtîgeh anîna rewşa dibistanekê û ji bo xwe ji aliyê hizirî ve pêşxistinê, li gel vê jî di heman demê de bi armanca perwerdekirina girtiyên din, di hundirê zindanê de pirtûkxaneyeke pir mezin a bi 2500 pirtûkî çêdike. Hem bi berxwedêriya xwe, hem jî bi sekna xwe ya civakî re ji girtiyên derdora xwe re dibe nimûneyek; ji bo kesên ku tiryakîbûna wan a madeyên hişbir heye, yan jî tiştên din ên xirab heye, ji civakê re bên qezenckirin û bigihêjin hişmendiya siyasî, hewldaneke pir mezin dide.

 

Bi vî awayî, rêzdariya mezin a girtiyan qezenc dike. Weke rewşenbîrekî jî, qet vala nasekine. Di nava şert û mercên zehmet û giran ên zindanê de gelek nivîs û name dinivîse û digihîne derve. Mijarên weke; hezkirina mirov û zarokan, azadî, azweriya dad û wekheviyê,  bi hişmendiya berpirsiyarî û hezkirina ji bo mafên gelê xwe û gelên din, pêwîstiyên ji bo wan têkoşînkirinê, digire dest û bi şêwazeke hestyar û helbestwarî dinivîse.

 

 Di heman demê de ev name û nivîs, ji bo derdorên civakê yên ji derve re jî dibe amûra hişmendbûnê û bûyîna xwedî îradeyê. Çi ji aliyê neteweyî, çi jî ji aliyê navneteweyî ve ev yek di derdora wî de çêbûna rêxistinbûyînekê û çêbûna kampanyayan de risteke mezin dilîzin.

 

Nameyên Ferzad Kemanger ji aliyê hemû ciwan, pîr, xwendekar û nexwendkar ve tên xwendin û heya nameyên wî dijmin û gardiyan jî bi bandor kiriye. Piştî her bûyerekî siyasî tevî astengiyên tund ên dijmin ên ji bo nameyên wî ji girtîgehên dernekivin jî, lê dîsan bi rêyên cuda digiha civakê.

 

Ji bo nivîskaran bû îlham

 

Çi ji berî darvekirinê, çi jî li paş darvekirin, aktîvîst, nivîskar û siyasetmedaran pêwîst dîtin ku derbarê wî de binivisin û li hemberî helwesta Kemalger hebûna xwe diyar bikin. Ev jî hemû bi hêza nivîsên Kemalger re çêbû.

 

 

Siyasetmedarê Îranî Zehrare Rehnewerd ku niha li mala xwe de hatiye tecrîd kirin, Helbestvanê mezin ê Îranî Sîmîn Bihbdehanî û Şêrko Bêkes çend ji wan kesanin ji bo Ferzad helbest û mijar nivîsîn. Her wiha stranbêjên Îranî Daryus û Şahîn Necefî piştî darvekirina çend stran li ser gotine. Herwiha dehan nivîskar û kesayetiyên din derbarê Ferzad Kemanger de nivîs nivîse û îlham ji nameyên wî girtîne.

 

Mamoste Ferzad Kemanger di sala 1976’an de li gundê Afriyana ser bi Kamyaranê hatiye dinê. Kamyaran dikeve navbera Sine û Kirmanşanê û kêleka çiyayê Şahoyê. Malbata wan berê li gundê Afriyan dijîn lê belê bi destpêka şoreşa gelên Îranê re, ji ber zext û zorên rejîmê, gund hate valakirin.

 

Ferzad bi qasî 4 salan li gundên Kamyaranê weke mamoste xebat meşand. Piştre di zanîngeha "Peyama nûr"’ a bajarê Sineyê de tê wergirtin û piştî qedandina xwendinê cardin weke mamoste diçe Kamyaranê û xebata xwe di warê dersbêjiyê de berdewam dike. Ferzad tevî karê mamostetiyê endamê desteya birêveberiya Encûmena Pîşeyiya Mamosteyên Kamyaran, endamê Desteya Nivîskarên Mehnameya "Rûyan", endamê Desteya Rêveberiya’’ Encûmena Jîngehparêziya "Ask" endamê Rêxistina Mafê mirov a Kurdistanê' û heta dema desteser kirinê jî endamekê çalak ê  Komeleya Çalakiyên ji bo Mafên Mirov a Îranê bû.

 

(ab)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here