NAVENDA NÛÇEYAN

 

Piştî ku Efrîn bi bi hevpeymana Tirkiye-Rûsya û Îranê hate dagirkirin, siyaseta gurhertina demografiya Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û hevkarên wê ve didome.

 

Li gorî  Malpera Çavkaniya Mafên Mirovan a Sûrî (Mersed),  îro girûpeke din ji komên çete û malbatên wan ên li bajarokên Yelda, Beyt Sehim û herêmên ên dikevin başûrê Şamê bi cih dibûn, ber bi Kantona Efrînê ve hatin rêkirin û li şûna gelê Efrînê hatin bicihkirin.

 

Grûb ji hezar û 370 kesî pêk tê

 

Li gorî nûçeya Mersed'ê, grûba ku ber bi Efrînê ve hat rêkirin ji hezar û 370 kesan pêk dihat. Her wiha tê payîn ku dê îro grûbeke din ji çeteyên li bakurê Şamê bi cih dibin jî ber bi Efrînê ve bê rêkirin.

 

Dewleta Tirk gelê Efrînê ji warên wan dan koçkirin, herwiha komên çete û malbatên wan li şûna wan bi cih dike, da demografiya herêmê biguhere. 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here