Ji ciwanên Mexmûr banga tevlîbûna konferansa ciwanan

78

 

 

ROJNEWS/MEXMÛR

 

Koordînasyona Ciwanên Kurd  yên Wargeha Şehîd Rûstem Cudî (Mexmur) TCM-TJCM  piştgirî dan li dar xistina Konferana Ciwanên Rojhilata Navîn ku  li bajarê Başûrê Kurdistanê ya Silêmanî. Bi daxuyaniyekê  banga beşdarbûnê li ciwanan hate kirin. Daxuyanî bi  deqeyek  rêzgirtinê  destpê kir. Di daxuyaniyê de li ser navê saziya ciwanan Endama Tevgera Jinên Ciwan  Nudem Yaman axifî.

 

Endama Tevgera Jinên Ciwan  Nudem Yaman di destpeka axaftina xwe de wiha got: “Em weka Tevgera Jinên Mexmûr û Tevgera Ciwanên Mexmûrê Konferansa ku li bajarê Başûrê Kûrdistanê ya li Silêmanî tê li dar xistin, ciwanên Başûrê Kûrdistanê û tevahî ciwanên Kurdistanê pîroz dikin. Weka tevgera ciwanan  em jî piştgîriya konferansê dikin. Weka ku tevahî cihan jî baş dizane pirsgirêka ku li Rojhilata Navîn û bi taybet li Başûrê Kurdistanê heyî, bi taybet li ser Başûrê Kurdistanê polîtîkayên cûr be cûr tên maşandin.”

 

 

Yaman di berdewamiya axaftina xwe wîha domand. “Ji bo çareseriyê em werin li gel hev. Li hemberê pirsgîrîkan em bibin yek û çareserî avabikin. Ev Konferans bibe heviyê ku ji bo ciwanên Başûrê Kurdistanê û ciwanên Rojhilatê Kûrdîstanê . Em di Konferansê de li ser erîşan  ku di milê fîzîkî û dirûnî de çareserî avabikin. Li Başûrê Kurdistanê ber bi hilbijartinan ve dice, di vê pêvajoyê de pewîste em weka ciwanan gavek xurt bavêjin. Pewîste ciwan di vî pêvajoyê de xwe bi rêxistin bikin.”

 

 (dş-hr/rn)