QELADIZ/ ROJNEWS

 

Di 4’ê Gulanê de li navçeya Qeladizê ya girêdayî herêma Raperîn a Silêmaniyê jinek temen 27 salî bi navê Ş. şewitî û hat rakirina beşa lezgîn a Nexweşxaneya Silêmaniyê. Îro li heman nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

 

Li gor agahiyên hatin girtin, Ş. dayika 3 zarokan bû. Di navbera wê û hevserê wê de pirsgirêk hebûn û hevserê wê zewaca duyemîn kiriye. Piştî vê jî her roj pirsgirêkên wan zêdetir dibûn. Ş. bi rêjeya ji sedê 96 şewitî û jiyana xwe ji dest da.

 

Heya niha jî li ser bûyera şewitîna Ş. ti kes nehatiye binçavkirin.

 

Li gor bîlançoya îsal ketiye destê ajansa me, ji destpêka sala 2018’ê ve li Başûrê Kurdistanê 127 welatî hatine kuştin û xwe kuştine.

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here