Karmend û doktorên Helebce çalakiyek lidar xistin

45

 

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ/ HELEBCE

 

Îro li ber avahiya Walîtiya Helebce karmend û doktorên ku zanîngeh qetandine û hîna nehatine tayînkirin çalakiyek nerazîbûnê lidar xistin û daxuyaniyek dan çapemeniyê.

 

Di daxuyaniya çapemeniyê de peyama li ser navê karmend û doktoran hatî amadekirin ji aliyê Nêçîrvan Emîn ve hate xwendin û wiha hate gotin; “Her çend ku di destpêka Adara îsal de navên me ji bo Desteyan Wezîran hatibe şandin ku tên tayînkirin, belê heya niha îmze nekiriye. Çend caran jî Walîtiya Helebce soza ku di meha Nîsanê de bi fermî nexweşxaneyek ji bo me vekin û em jî fermî bi dest bi kar bikin. Belê ti ji van pêk nehatine. Em jî îro bi vê armancê li vir kombûne, lê ji me re gotin ku îro Walî nayê ser kar.

 

 

Zextên me yên medenî wê dewam bikin. Heya hemû daxwazên me tên pêkanîn, çalakiyên me wê bidomin.”

 

Nexweşxaneya birîndarên çeka kîmyayê yên Helebce di 16’ê Adara 2007’ê de bingehê wê hatiye avêtin û di nava çend salan de temam bû. Belê heya niha jî ji bo tedawîkirina birîndarên çeka kîmyayê nehatiye vekirin û 284 karmend û doktor li bendê ne ku ev nexweşxane bê vekirin û têde dest bi kar bikin.

 

(rn)