Li Hewlêr zarokek li ber lehiyê çû

28

 

 

 

BIRYAR MIHEMED/ HEWLÊR

 

Îro ji ber barîna barana zêde bajarê Hewlêr di bin lehiyê de ma, çûn û hatina nava bajar felç bû. Li gel gerek û taxên bajar asta avê bilind bû.

 

Berdevkê şaristaniya bajarê Hewlêr Bêwar Zeyid ji RojNews re got; “Îro piştî nîvro ji ber barana zêde, li Taxa Kurdistan zarokek 8 salî kete nava qenalîsyona avê de. Heya niha jî li pey digerin û hîna nehatiye dîtin."

 

Bêwar Zeyid diyar kir ku heya niha li ser zererên madî yên ji ber barên çêbûne agahî negihane destê wan û daxwaz ji xelkê Hewlêr kir ku di her rewşek nebaş çêbû da, cihên peywendîdar agahdar bikin.

 

(rn)