HACÎAWA/ ROJNEWS

 

Namzetê hejmar 9 ê lîsteya 120 (Nifşê Nû) li parêzgeha Silêmanî Selam Ebdullah îro di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartina parlamentoya Iraqê de serdana bajarokê Hacîawa yê girêdayî Silêmaniyê kir.

 

Welatiyên bajarokê Hacîawa Selam Ebdullah bi germî pêşwazî kirin û diyar kirin ku ew ji desthilat û hizbên heya niha bê hêvî bûne.

 

Selam Ebdullah jî piştî daxwaz û giliyê welatiyan guhdar kir, axivî û got; “Pêş hemû tiştî em pişt didin gelê xwe. Em bi alikariya gelê xwe projeyan çêdikin û derfetên kar ji bo ciwanan çêdikin. Li cihê em berhemê derve bînin nava welat, emê hewl bidin giringî bi berhemê xwe bidin.”

 

Di dawiyê de Selam Ebdullah ji welatiyan re got ku dema ew çû parlamentoya Iraqê wê ji bo wekhevî û jiyana bi hev re xebat bike.

 

 

 

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here