BIRYA MIHEMED/ HEWLÊR

 

Nakokiya dinavbera hizbên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de berdewam dike. Ji ber nakokiyên di navbera partiyên Kurdan yên Başûrê Kurdistanê de, gelek axa ku Kurdan bi destxistî ji destê wan hat derxistin. Li ser vê mijarê mamostayê zanîngehê yê beşa Zanistî û Siyasî Kamuran Mentik ji RojNews re axivî. Mentik di axaftina xwe de diyarkir ku mixabin ji ber sedemê nakokiyên hinek hizbên Başûr, beşek ji xaka Başûrê Kurdistanê ji dest hat derxistin.

 

Mentik got; “Ji ber nakokiyan beşek ji axa Başûr ji dest hat derxistin, ji bo vê niha dema herî baş ya rêxistinbûyîna nav mala Kurdane. Ji bo ku beşa din a xaka Başûrê Kurdistan ji ber sedemê bûyerên 16’ê Cotmehê ji dest dernekevin, divê Kurd di nava xwe de bibin yek.”

 

Mamostayê zanîngehê Mentik balkêşa ser bûyer û guhertinên di Rojhilata Navîn de rû didin jî û got; “Kurd weke pêwîst xwe amade nekirine, ji ber ku Kurd di nava xwe de ne yekin û bihevre mijûlin. Kurd niha li hemberî dijminên gelê Kurd ne yekrêzin nejî hêzek yekgirtî heye.”

 

Di dawiyê de Mentik got; “Êdî Kurd wê gelek bi zehmetî vegerin beriya referandûmê, ji ber ku ev 27 sale desthilatdariyê nekariye ji bo gel bi hêviyek. Ji bo vê gelo wê çawa karibin dîsan desthilatdariya xwe berdewam bikin û navçeyên ku ji dest derketine paşde bigrin.”

 

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here