RANYA / ROJNEWS

 

Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê şandeya ji Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, Eniya Demokratîk a Gel, Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), namzetê Nifşê Nû yê herêma Silêmaniyê Selam Ebdullah û malbatên şehîdên Rojhilatê Kurdistanê pêk dihat çû serdana taziya bavê Şehîd Helwest Partîzan, Hemîd  Hemed.

 

Bavê Fermandarê HPG'ê Helwest Partîzan (Hîwa Hemed), Hemîd Hemed duh di temenê 70'î saliyê de bi nexweşiyê koça dawî kir.

 

Hîwa Hemîd bi nasvav Helwest Partîzan li bajarê Silêmanî ji dayîk bûye û xelkê navçeya Ranye ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ye. Helwest 21 sal di nava refên gerîla de maye. Li herêmên Amed, Dêrsim û Mêrdînê maye. Di 19’ê Mijdarê de li herêma Bagokê ya Mêrdînê di encama şerekî bi artêşa Tirk re tevî hevrêyekî xwe yê bi navê zafer tevlî karwanên nemiran bûbû. 

 

 

 

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here