Şehîdên Gulanê li Ranya hatin bîranîn

31

 

 

 

RANYA/ ROJNEWS

 

Malbatên şehîdan ên Rojhilatê Kurdistanê li navçeya Ranya ya girêdayî Silêmaniyê li goristana şehîd Helwêst Partîzan bi merasîmekê şehîdên Gulana 2010’ê ku ji ajiyê hikûmeta Îranê ve hatin darvekirin, bibîr anîn.

 

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre endama Komîteya Malbatên Şehîdan a Rojhilatê Kurdistanê Viyan Argeş peyamek xwend û wiha hate gotin; “Şehîd bi fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo azadiya mirovahiyê têkoşîn meşandin. Ji bo gel û welat canê xwe feda kirin.

 

 

Têkoşîn ji Hakkî Karar heya Mazlum Dogan, ji Fermandarê efnanewî Egîd heya Qendîl û Kobanê, têkoşîn û berxwedana Efrînê tacîdar kir. Bi xebata wan têkoşîn giha roja îro. Em carek din soza xwe ya ji bo şehîdan dubare dikin ku heya gihiştina civakek azad û demokratîk emê li ser şopa wan bimeşin.”

 

Merasîm bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

 

Di 9’ê Gulana 2010’ê de rejîma Îranê bi tewanê endambûna PJAK’ê Şîrîn Elemhulî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û çalakvan Şîrzadî Mehdî îslam li Girtîgeha Ewîn a Tehranê darve kirin.

 

 

(rn)