NAVENDA NÛÇEYAN

 

Bi rast hatina hilbijartinên parlamentoya Iraqê re binpêkirin û tundî jî zêde dibin. Bi taybet lîsteya 120 a Nifşê Nû dibe armanca êrîşan. Bi taybet li Zaxo û Hewlêr namzetên Nifşê Nû dibin hedefa êrîşan. Bi vê boneyê desteya rêveber a Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê daxuyaniyeke nivskî di derbarê êrîşa li hember serokê lîsteya 120 yê Nifşê Nû li Hewlêr Rabûn Mehruf de da.

 

Tevgera Azadî di daxuyaniya xwe de êrîşê weke tirsa desthilatê ji lîsta 120 û namzetên wê binav dike û got; “Em êrîşa li ser serokê lîsteya 120 yê Nifşê Nû Rabûn Mehruf şermezar dikin û şîfayê jê re dixwazin. Em vê êrîşê weke êrîşek li hember daxwazên gelê xwe dizanin. Êrîş ji ber sedemê tirsa lîsteya 120’e. Ev desthilata ne demokratik 27 sale ji dervey siyasetek teslîmkirin û dagirkirina Kurdistan, gendelî, hewldana ji bo hêzeke çete ya êrîşkar, lêdan, tirsandin û terorkirna rojnamegeran tiştek din di bername û plana wan de nehatiye dîtin û nekirine.”

 

Tevgera Azadi got ku niha ji ber ku êdî çîn û civak hişyar bûye, tirs ketiye nava desthilatê û ji ber vê yekê ji hemû aliyekê ve êrîş dikin. Tevgera Azadî wiha dawî li daxuyaniya xwe ya nivîskî anî; “Em wek Tevgera Azadî  daxwazê ji hemû kesên dengên xwe bidin dikin, dengdana 12’ê Gulanê cezayê herî mezine ji bo van êrîşane. Êrîş û zextên vê desthilatdara tirsnok, ne tirs û peşîmaniye, berevajiyê wê mezintirîn hêze.”

 

Hêjayê gotinê ye piştî navçeya Zaxo ya Dihokê, duh li bajarê Hewlêrê êrîşê namzetê lîsteya 120 a Nifşê Nû kirin. Duh li Hewlêr serokê lîsteya Nifşê Nû ya Hewlêrê Rabûn Mehruf rastî êrîşê hatiye û di êrîşê de birîndar bûye.

 

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here