NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Şevê din Donald Trump li Qesra Spî daxuyaniyek da û eşkere kir ku Îran serkêşiya aloziyê li cîhanê de dike. Trump her wiha diyar kir ku Îran piştgiriya Hizbûlah dike ûu bernameya çêkirina fûzeyan ya Îranê jî ji bo ewlekariya cîhanî weke metirsiyekî nîşan da.

 

Piştî van axaftinan Trump belgenameya vekişîna ji lihevkirina atomî ya bi Îranê re îmze kir û destnîşan kir ku ew Amerîkayê ber bi rewşeke hîn bi ewletir ve dibin.

 

Piştî daxuyaniya Trump Seokkomarê Îranê Hesen Ruhanî jî daxuyaniyek da û eşkere kir ku wî ferman daye ku ji bo ji nûve û bi awayeke bê sînor Uranyum were dewlemend kirin di amadebaşiyê de bin, ancax wê ji bo dest pê kirina vêya hîn çend hefteyên din jî bisekinin.

 

Ruhanî her wiha ji welatiyên Îranê jî xwest ku ji vê biryara Amerîkayê û bandorên vê biryarê nîgeran ango ne rehet nebin.

 

Dengvedana biryarê li navxweyê Îranê

 

Aliyên Muhafazakar ku hê ji dest pêkê ve li dijî vê lihevkirina atomî bûn, piştî vê biryarê rexneyên tund li hikûmeta Ruhanî dikin.  Alîgirên Ruhanî jî nerazîbûn nîşana vê biryarê didin û dibêjin wê bandoreke baş li ser jiyana welatiyan nebe. Beşeke welatiyan jî nîgeranin ku ambargoya derman bixin ser Îranê û ev jî wê bibe sedem ku derman li Îranê bûha bibe.

 

Her wiha nirxê Tûmenê Îranê ku ji duh ve daketiye û her dolarek dike 7 hezar tûmen. Serê vê sibê jî bi lezeke mezin daket û dolarek bû 8 hezar tûmen. Eger wisa biçe tê texmîn kirin ku her dolarek bibe 10 hezar tûmen.

 

 (bz)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here