XANEQÎN/ ROJNEWS

 

Şevê din saet 11:30’ê li sînorê bajarokê Gûlale yê girêdayî navçeya Xaneqîn a parêzgeha Diyale, êrîşê ser nuqteyên hevbeş ên hêzên Iraqê û asayişa Germiyan kir.

 

Der barê êrîşê de rêveberê asayişa bajarokê Kûksî yê girêdayî Kifrî, Simko Elî ji RojNews re axivî û got; “Çeteyên DAIŞ’ê êrîş pêkanîn. Hêzên asayişa Germiyan û artêşa Iraqê jî bersiv da. Zêdetirê nîv saetê şer berdewam kir.”

 

Simko Elî wiha jî got; “Ti ziyanek a hêzên asayişa Germiyan û hêzên Iraqê çênebû. Der barê ziyanên çeteyên DAIŞ’ê de ti agahî nehat girtin. Demeke li herêma Şêx Baba hejmara çeteyên DAIŞ’ê zêde bûye. Liv û tevgera wan zêde ye û dest kiryarên terorîstî kirine.”

 

Herêma Şêx Baba herêmek berfireh û daristanî ye. Ji çend gundên niştecihê wan Ereb pêk tê. Dikeve ser rêya giştî ya navçeya Kelar û bajarokê Gûlale.

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here