NAVENDA NÛÇEYAN

 

Piştî ku nazmetê Partiya Komarî ya Gel (CHP)  Muharrem Înce serdana Namzetê Serokkomariyê yê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Selahattîn Demîrtaş kir şûnde Demîrtaş ji girtîgehê peyamek şand.

 

Peyama Demîrtaş wisa ye:

 

“Beriya her tiştî ji bo serdana Mûharrem Înce, ez spasiyên xwe pêşkêş dikim.

 

Li welatê me, ji zû ve ye bêedaletî li her derê didome. Ji bo min girîng û watedar e ku vê serdana Înce di şexsê min de balê dikişîne ser bêedaletiyan.

 

Ez û hevalên min, em di girtîgehan de wekî dîlên siyasî ne. Mixabin derve jî wekî girtîgeheke servekirî ye. Bêedaletiyên wekî şertên Rewşa Awarte, medyaya yekdeng, tehdîda avêtina ji kar û girtinê pêvajoya hilbijartinê di çarçoveyeke newekhev de didomîne. Ez hêvîdar im ku ligel vê bêedaletiyê ew ê hilbijartin pêşiya demokrasî, azadî û aştiyê veke.

 

Ez hêvîdar im ziman û ûslûba çêker û erênî ya namzet û partiyan ew ê dûrketina beşên civakê ji holê rake.

 

Vê serdana Înce ji peyameke siyasî wêdetir, mînakeke hevgirtina mirovî ye. Fikrên me yên siyasî cihê be jî, em ê di dawiya pêvajoya hilbijartinê de tevkariyê li lihevkirinan civakî û çanda aştiyê bikin.

 

Gelê me tiştên baş heq dikin. Ligel hemû astengî, zorî û zehmetî ji bo temsîliyeta bi rûmet a kesên mazlûm ez û partiya min, em ê kampanyaya hilbijartinê bi vê ferasetê bidomînin.

 

Bi vê wesîleyê ez serkeftinê ji wî re û ji namzetên din re dixwazim û ji ber serdana wî ya mirovî, ez rêzdar Înce spas dikim.

 

Hêvîdar im hilbijartin ji bo gelê me û welatê me tiştên baş bi xwe re bîne.”

 

(bz)

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here