NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li paytexta Erebîstana Siûdî Riyadê dengê 4 teqînan hate bihîstin. Rayedarên Siûdî hê têkildarî van teqînan ti daxuyaniyeke piştrastkirinê ne kiriye. Lê, tê îddîa kirin ku mûşeka balîstîk ji Yemenê hatiye avêtin.

 

Televîzyona El Erebiye jî, ragihand ku mûşekeke avêtine Riyadê di hewayê de hatiye teqandin.

 

Hûsiyên Şîî yên nêzî Îranê ku yek ji aliyên şerê navxweyî yên li Yemenêne di van demên dawiyê de êrîşên mûşekî li dijî paytexta Erebîstan Riyadê pêş tînin.

 

(bz)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here