Egera darvekirina derwêşeke Gonebadî heye

23

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Tê gotin ku wê sibe yek ji Derwêşên Gonebadî yên Îranê Mihemed Selasî sibe li girtîgeha ‘Recayî Şar’ ya bajarê Kerecê li gel du girtiyên din were darvekirin. Selasî bi îdaya kuştina 3 polîsên Îranê cezayê darvekirinê girtiye.

 

Mihemed Selasî yek ji wan Derwêşên di xwepêşandana Gonebadiyên di van demên dawiyê de li Tehranê hate desteserkirinee ye. Di encama van xwepêşandanan de 3 polîs hatin kuştin.

 

Tevî ku Selasî li dadgehê qebûl nekiriye ku bi zanabûn polîsan hedef girtine jî lê, cezayê darvekirinê lê hatiye birrîn û îhtîmale ku sibe were darvekirin.

 

(bz)