NAVENDA NÛÇEYAN

 

Ji hilbijartinên Parlamentoya Iraqê re tenê 3 roj man. Tê payîn 12’ê Gulana îsal hilbijartinên Parlamentoya Iraqê pêkbên. Di dema propagandayên hilbjartinan de gelek binpêkirinên mafê mirovan pêkhatin. Bi taybet lîsteya 120 a Nifşê Nû rastî êrîşan hat. Namzetên Dihok û Hewlêr di dema propagandayê de rastî êrîşê hatin û birîndar bûn. Li hemberî vê aliyên siyasî nerazîbûnên xwe dan nîşandan.

 

Li ser vê mijarê îro Eniya Demokrasiya Gel li ser êrîşa ser namzetên lîsteya 120 daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku hilbijartin mafê xwezayî yê herkes û aliyekê ye û wiha pêde çû; “Hemû hêzên dîktator û kevneperest ji hilbijartin û demokrasiyê ditirsin. Divê hilbijartinê de wê hêzên nû yên siyasî tevlî bibin. Ev yek jî wek cara yekeme ku li Iraq û Başûrê Kurdistanê pêktê. Ji ber vê yekê tirs ketiye nava desthilatdariyê û bi hemû awayek dijayetiya vê yekê dikin. Lê ev tekoşerên nû tirsê nasnakin.”

 

Eniya Demokrasiya Gel di daxuyaniya xwe ya nivîskî de balkêşa ser êrîş û lêdana namzetên Nifşê Nû û got; “Êrîş birina ser namzetên Nifşê Nû, ti bandorek nerênî li ser wan nake. Berevajiyê vê bihêztir dibin. Em li vir daxwazê ji gel dikin da ku di 12’ê vê mehê de ji bo aştiya civakê, bi dengên xwe ceza bidin hizbên desthilatdar. Em sindoqên dengdanê bikin roja bi dadgehkirina hêzên êrîşkar.”

 

Hêjayê gotinê ye di 7’ê Gulanê de li bajarê  Hewlêr êrîş li ser serokê lîsteya 120 yê Hewlêr Rabun Mehrûf hatibû kirin. Di hefta berê de jî li Zaxo êrîş li ser Dr. Kamîran Berwarî serokê lîsteya Nifşê Nû yê Dihokê hatibû kirin.

 

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here