NAVENDA NÛÇEYA

 

Greva giştî ya dikandar û kasibkarên bajarê Bane îro ket roja 25’an de. Rayedarên hikûmeta Îranê sozê didin ku sînoran vekin, li aliyê din jî wezareta Îtlaata Bane welatiyan binçav dike û gefan li wan dixwe.

 

Dikan û bazara bajarê Bane ji ber girtina sînoran li ser kolber û bilindkirina nirxê bac û gomrikê 25 rojin hatine girtin. Hêzên Îtlaata Îranê jî gefê li dikandar û kasibkaran dixwe ku dikanên xwe vekin.

 

Her wiha dikandar û kasibkarên bajarên Ciwanro, Seqiz, Merîwan, Serdeşt, Pîranşar jî pêştir dest bi greva giştî kiribûn, dikan û bazar girtibûn.

 

Hêjay gotinê ye ku di çend rojên dawiyê de li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê bi dehan kolber hatin binçavkirin. Çend kolber ji ber di zinaran de ketin xwarê, birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan. Çend kolber jî bûne qurbanê guleyên pasdarên Îranê.

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here