Hisên Mihemed ev 15 sale karê baxçevaniyê dike

28

 

 

ROZE MIHEMED / SILÊMANÎ

 

Hisên Mihemed jingeparêzeki 53 saliye û di destpêka jiyana xwe heya li gel malbata xwe bi  di gelek karên weke diqat rewşa hewayê , şivantî ku gundê wan ser bi navçeya Bazyan bû kiriye û piştre hatin bajarê Silêmaniyê. Ev nêzî 15 sale jî di baxçeyên bajarê Silêmaniyê de kar dike.

 

Niha ji mam Hisên Mihemed sibeha zû radibe û berbi baxçeyê ku dikeva Taxa Zergete ya Silêmaniyê ve diçe û bi eşqek mezin dest bi karê xwe dike.

 

Rojane ji derveyî parastina jingehê, di baxçe de gûl, şitil û çîmen diçîne û giyayê xirab ji radike. Ew giya û tiştên ku zererê dide gûlan jêdike. Ev ji wisan kiriye ku westana mam Hisên hêlaye baxçe zindî bimîne. Ev dem ji dema welatî tê serdana vî baxçeyî, ji xweşiktiya baxçe keyfxweş dibin.

 

 

Mam Hisên  li rexmê ewqas westana xwe jî ew qirêjiya kel û pelan ya piştî welatî tê û diçe paqij jî dike, ji bo ku ciwaniya baxçe weke xwe bimîne.

 

Mam Hisên bi muçeyekî  kêm kardike wek karmendek yê parastina jîngehê. Ji ber ku sîstema paşxistina mûçe bandor li ser tevahiya Başûrê Kurdistanê kiriye . Mam Hisên ji mehane 150 hezar dînarê Iraqî distine. Herwiha daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku mûçe weki berê bê dayîn û mûçe neyê paşxistin.

 

 

 

(ep/rn)