NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro heştemîn salvegera darvekirina Şîrîn Elemhulî, Eli Heyderyan, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî û Mehdî Îslamiye. Beriya 8 salan ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin. Bi vê minasebetê koordînasyona Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan (KJAR) daxuyaniyekî nivîskî belavkirin.

 

Di daxuyaniya KJAR’ê de hat gotin; “Şehîdên 9’ê Gulanê bi berxwedana xwe bûn çirayek ya îradeya gelan. Rejîma Îranê bi siyaseta xwe ya darvekirinê zextê li gelê me dikir. Rejîmê dixwest bi van kiryarên xwe azadiya ramanê bişkêne. Lê hêzên desthilatdar dizanin ku kiryarên dikin nabin sedem ku gelên azadî xwaz ji hev biçin. Nimûneya herî ber bi çav jî berxwedana şehîdên di girtîgehê deye. Rejîma Îranê bi tû awayî nekarî îradeya wan jê bistîne. Berevajiyê hemû zext û zoriyê şehîdên 9’ê Gulanê bi berxwedana xwe karîn çokê sîstema qirkirin û koletiyê bişkênin.”

 

KJAR’ê di daxuyaniya xwe de balkêşa li ser kesayeta Şirîn Elemhulî jî û got; “Şirîn bi beşdarîbûna xwe ya rêzên rizgarî xwaz, bû kelemek ya ew zihniyeta ku dixwest jin hertim lewaz bin û bê îrade bin. Bi xuliqandina felseyeya azadîxwaz ji cîhanê re got ku ew fikrên nerênî yên li ser jinê tên kirin xeletiyeke mezine.”

 

KJAR’ê di dawiya daxuyaniya xwe de balkêşa li ser rewşa zindana Ewîn ya li Tahranê û got; “Em niha jî dibînin di zindana Ewîn de kiryarên bê îradekirinê tên kirin. Ev yek li ber çavê herkesê li ciwanên Kurd û netewa azadî xwaz tê kirin. Wek nimûne ciwanê Kurd yê binavê Ramîn Hisên Penahî ku hikûmeta Îranê dixwaze darve bikeye. Ev nîşaneya bê hêziya komarê ya li hember hêzên yeksanxwaziyê ye. Li ku derê tûnd û tujî hebe, bê guman berxwedan jî wê hebe. Pêwîste Îran bi zane çend di bê îradekirinê de bi israr be, wê ewqas nerazîbun jî mezin bibe û nikare li hember daxwazên gelan bisekine. ”

 

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here