NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro 8. salvegera şehîdên 9’ê Gulanê yên ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatîn darvekirine. Bi rast hatina salvegerê re Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) û Komelgeya Demokrat û Azadî ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bi du daxuyaniyên cûda şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn.

 

PJAK’ê di daxuyaniya xwe de got; “Dîroka jiyannameya kesayetî û qehremaniyan nîne, dîroka berxwedanê bandoreke ku li tekoşînvana, canfedayan, berxwedana take kesî  û civaka mirovahiyê ye. Dema ku em behsa dîrokê dikin divê em behsa dîroka berxwedan û dîroka sitemkarî û zordariyê bikin û bi vî awayî laperek din nû vekin. Dîroka Îran û hikûmeta wê hertim divê çarçoveyê de were nirxandin. Ew jî ewe ku Hikûmeta Îranê di dîroka xwe de bi hemû awayî hewl daye ji bo ku îradeya kes û gelê me teslîm bigre û bêxe zindanê. Êşkence kirin û darvekirin siyaseta Îran û dîroka hikûmeta Îranê ye.”

 

PJAK’ê di dewama daxuyaniya xwe de got; “Piştî sala 1979’an pêlek ya êşkence, biçûk xistin, teror kirin û darvekirinê li Îranê rûda. Ti mînakên vê yekê di wê cografyayê de nehatine dîtin. Îran hertim bi sîstema tobe kirina bi zorê hewl daye da ku hemû tevgerên şoreşgerî têk bibin. Lê nimûneya yekem ya ku ev sîstem li hember şikest Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhulî, Elî Heyderan û Ferzad Wekîlî bû. Ji ber ku evane heya duh di bin êşkence û zoriyê de berxwedanê dikirin. Ne şikestin û xwe radestî sîstema tobe karî ya hikûmeta Îslamî nekirin. Ev jî xaleke dîrokiye li gel gelên Îranê. Ev berxwedan hêla ku hikûmeta Îranê têde bişkê.”

 

Herwiha KODAR’ê jî di daxuyaniya xwe de balkêşa ser berxwedana şehîdên 9’ê Gulanê hatin darvekirin. KODAR’ê got; “Îro ku hikûmeta Îranê di qeyrana aborî û siyasî re derbaz dibe, sedemê wê tenê êşkence û darvekirine. Çawa ku me dît sala derbazbûyî gelên Îranê ji bo azadiyê rabûn serhildanê, tekoşîna Kemanger û hevalên wî jî gurzek giran li hikûmeta Îranê da. Hemû hewldanên hikûmetê ewe ku temenê xwe dirêj bike. Di demek niha ya ku xwe pêşandanên gelan û çalakî rû didin, bi taybet bajarê Sine hêjî berdewam dike. Hikûmet hewl dide bi bernameyên direw sîberê bê xwe ser serhildana gelan.”

 

Di dawiyê de KODAR got; “Qeyrana siyasi ya li Îranê wê weke bombeyeke bi serhildanên gelan bi teqe. Pêwîste gelên Îranê bi xwe çarenûsa xwe diyar bike. Bûyerên di vê dawiyê de çêdibin dihêle ku hikûmet neçar bibe gavê paşde bavêje û daxwazên gel bi cih bike. Em wek KODAR heştemîn salvegera Ferzad Kemanger û hevalên wê bi bîrtînin û soz didin ku heta azadiya hemû gelan emê li ser rê û rêbaza Kemanger û hevalên wî bimeşin.”

 

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here