HAWRÊ KIRÊKAR / GERMIYAN

 

 

Her diçe rêjeya kuştin yanjî xwekuştinên jinan yên ji ber zextên civakî zêde dibin. Bi taybet di 4 mehên derbasbûyîı yên sala 2018’an de rêjeya kuştin û xwekuştinan jinan li devera Germiyanê pir zêde bûye.

 

Li gorî raporeke Rêveberiya têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê ya Germiyanê di nava van çar mehên derbasbûyî ya 2018’an de 3 jin hatine kuştin, jinek xwe xeniqandiye, 4 jin xwe şewitandine û jinek jî şewitî hatiye dîtin ku cenazeyê wê nayê nasîn.

 

Di raporeke fermî ya 10 mehên sala 2017’an de ti jinek ne hatiye kuştin. Ancax 2 jin xwe kuştiye, 11 jin xwe şewitandiye. Ji vana 3 jin jiyana xwe ji dest daye.

 

Li gorî par rêjeya kuştin û xwekuştinê pir zêde bûye. Endama Rêveberiya Têkoşîna bi Şîdeta li dijî jinê re Eqîde Yasayî û Lemiye Mihemed jî diyar kir ku tenê di nava 4 mehên dawiyê de 3 jin li Germiyanê hatine kuştin.

 

 

Lemiye Mihemed îşaret bi zêdebûna xwe şewitandina jinan jî kir û destnîşan kir ku xwe şewitandina wan bi gumane û ji ber hinek sedeman neçar dimînin ku xwe bi şewitînin.

 

Derûnnas Viyan Yedûla yek ji sedema zêdebûna şîdeta li dijî jinê weşandina rêze filmên di qenalên Kurdî de dide nîşan. Viyan her wiha diyar kir ku qeyrana aborî jî yek ji sedemeke din a zêdebûna şîdetêye û got ku ji ber sedemên zêdebûna şîdetê baş nayên tehlîl kirin jî pêşî lê nayê girtin.

 

 

Çalakvana jin Sara Mecîd jî diyar kir ku divê destpêkê peywendiyên malbatî, zewaca ciwanan bi berfirehî werin destgirtin. Divê di bernameyên dibistanan de ev mijar werin destgirin û heta ji dibistana seretayî were dest pê kirin.

 

 

Sara diyar kir ku divê rêxistinên jin navendên ji bo parastina jinan vekin da ku bikarin baştir peywendî li gel civakê û jinan pêşbixe.

 

(bz)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here