NAVENDA NÛÇEYAN

 

Duh li bajarê Yotoborî yê Swêdê bi boneya 8’emîn salvegera darvekirina şehîd Ferzad Kemanger, Şirîn Elemhulî, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderyan û Mihdî Îslamiyan, ji aliyê komîteya PJAK’ê ve merasîmek hate lidarxistin.

 

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir. Piştre endamê komîteya rêveber a KODAR’ê Ehwen Ciyako axivî û got; “Darvekirina şehîdên 9’ê Gulanê di encama alikarî û lihevkirina hikûmeta dagirkerên ên weke Amerîka, Îsraîl û çend hizbên xwefiroş ên Kurdan bû.”

 

Piştre xwişka şehîd Ferhad Wekîlî, Sediye Wekîlî li ser kesayet û jiyana birayê xwe axivî.

 

Merasîm bi pêşkêşkirina çend berhemên hunerî ji aliyê Ferîbûrz Keremî ve bi dawî bû.

 

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here