ROJNEWS / HELEBCE

 

 

Îro danê êvarê li Komelgeya Werzîşê ya Helebceyê, bi amadebûna serokê lîsteyê û namzetên lîsteya 120 ya Nifşê Nû yên parêzgeha Silêmanî bi endam, doest û alîgirên lîsteyê re civiyan û şahiyeke girseyî ji bo hilbijartinê lidar xist.

 

Şahî bi nasandina namzetan destpê kir û paşê serokê lîsteya 120 ya Nifşê Nû li parêzgeha Silêmanî Serkewt Şemsedîn, axaftinek kir û got ku wê roja hilbijartinê hilbijêr gendelan ceza bikin û wê lîsteya Nifşê Nû serkeftinê bidest bixe.

 

 

Serkewt Şemsedîn axaftina xwe wiha domand: "êrîş û zextên li ser namzetên me nîşaneya têk çûna desthilatiya Başûrê Kurdistanê ye. Ev zext û êrîş me nade sekinandin heya em serkeftinê bidest bixin. Divê herkes dilniya be ku bi rêya perspektîfa komîsyona hilbijartinê wê nekarin dengê kesê eşkere bikin. Ji lewma hun tev dikarin bi awayeke azad dengê xwe bi kar bînin û dawî li desthilatiya gendelan bînin.”

 

 

 

Di vê şahiya hilbijartinê de Koma Şehîd Serhed derket ser dikê û çend sitran pêşkêş kirin. Piştre şahî bi sitran û gerandina govendê bi dawî bû.

 

 

 

(bz)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here