Musena Emîn: Tirkiye li Herêma Kurdistanê sûcê şer dike

26

 

 

 

SILÊMANÎ/ ROJNEWS

 

Di xebatên lîsteyan ên ji bo hilbijartinên 12’ê Gulanê yên parlamentoya Iraqê de herî zêde du mijarên sereke derdikevin pêş. Yek ji wan jî dagirkeriya dewleta Tirk û ya din jî ji destdana ji sedê 50’ê xaka Başûrê Kurdistanê piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’ê ne.

 

Di vê çarçoveyê de serokê lîsteya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê ji bo hilbijartinên Iraqê Dr. Musena Emîn ji RojNews re wiha got; “Her hêzek bê destûra Iraqê li nav xaka Iraqê be, ew hêz ne rewa ye. Wê pirsgirêkên Tirkiyê bi anîna hêz û bombebarankirina gundên me çareser nebin. Tenê destpêkirina pêvajoya aştiyê li Tirkiyê dikare pirsgirêkan çareser bike. Tişta Tirkiye li Herêma Kurdistanê dike dagirkerî ye û kuştina welatiyên sivîl jî sûcê şere.”

 

Musena Emîn got ku divê hikûmeta Iraqê serweriya xaka Iraqê bi parêze û wiha domand; “Rawestandina êrîşên Tirkiyê erka hikûmeta Iraqê ye. Lê mixabin bê helweste. Li gor min hersê hikûmetên Iraq, Tirkiye û Îran li ser van êrîş û sinordarkirina Kurdan yekbiryarin.”

Der barê bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’ê de jî Musena Emîn got; “Tiştên 16’ê Cotmehê rû dayîn sûcê şere. Dijî destûrê ye. Li gor destûrê Serokwezîr nikare hêzên leşkerî li navçeyên bi nakok bikar bîne. Rojek divê li ser vê lêpirsîn li gel serokwezîr were kirin. Lê niha ji ber zêdetirê parlamenterên wan ên ji Erebên Şîe û Sune pêk tên, piştgiriya serokwezîr dikin.”

 

Di dawiyê de jî Musena Emîn got; “Di hilbijartinên parlamentoyê de divê Kurd xwedî stratejiyek netewî bin. Tifaq bin. Li Kurdistanê yekdeng bin. Ji bo desthilata Bexda neçar bikin rêzê ji îradeya gelê Kurd re bigire. Ew herêmên bi nakokin, çend mafê wan têde hebe, ew çend mafê me jî têde heye. Divê bi hevbeşî bên rêvebirin. Pêwîste hêzên pêşmerge vegerin van herêmên.”

 

(rn)