TÎKRÎT / ROJNEWS

 

Ronak Mecîd di çarçoveya xebatên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ku wê di 12’ê Gulanê de pêk werin de, serdanên gel didomîne. Ronak Mecîd duh jî li bajarê Tîkrît, navçeya Zuluiye û bajaroka Filoiye yên girêdayî Parêzgeha Selehedînê projeyên xwe ji gel re vegotin.

 

 

Ronak destpêkê li Tikrîtê bi xwendekarên zanîngehê yên Kurd, Ereb û Tirkmen re civiya û projeyên xwe yên ji bo çareseriya pirsgirêkan vegotin. Di civîna ku 32 xwendekar tevlî bûn de, Ronak Mecîd, bal kişand ser jiyana hevbeş a gelan û got ku ew ji bo avakirina vê jiyanê têdikoşin.  

 

Xwendakaran jî pirsgirêkên xwe anîn ziman û diyar kirin ku baweriya wan bi part û rêxistinên siyasî yên li Iraqê nemaye. Xwendekaran destnîşan kirin ku ew projeyên Ronak Mecîd ên ji bo çareseriya pirsgirêkan erênî dibînin û ew amadene ku piştî hilbijartinan jî xebatên xwe bidomînin.

 

 

Ronak Mecîd piştre jî li bajaroka Filoiye ku piraniya şêniyên wê ereb in, çû serdana gel. Welatiyan Ronak Mecîd bi dilgermî pêşwazî kirin û daxwazên xwe anîn ziman. Welatiyan her wiha pirsgirêkên xwe vegotin û bibîr xistin ku wan 9 mehan li dijî DAIŞ’ê şer kiriye û şehîdên wan hene, lê hikûmeta Iraqê heta niha tu alîkariyek nedaye wan.

 

 

Serdana dawî ya rojê ku Ronak Mecîd pêk anî li navçeya Zuluiyê bû. Li vir jî gel Ronak û şandeya pê re bi keyfxweşî pêşwazî kir û desteka xwe anîn ziman.

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here