NAVENDA NÛÇEYAN

 

Di 9’ê Gulana 2010’an de di dema ku rewşa rejîma Îranê ya beriya xwepêşandanên sala 2009’an hêjî alozbû, pênç zindaniyê siyasî yên binavê Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhulî, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderyan û Mehdî Îslamyan bê ku haya malbatê û parêzeran jê hebe li girtîgeha Ewînî ya Tahranê serê sibehê hêjî rojê çavê xwe nevekirî hatin darvekirin.

 

Ferzad Kemanger endamê encûmena sendîkaya mamosta û endamê rêxistina Jîngeparêzî ya Ask bû. Herwiha weke Siyamend jî dihat nasîn. Nivîsê ji bo govara Royan dinivîsî û çalakvanek ku di parastina mafê jinan de dihat nasîn jî bû. Di Tebaxa sala 2006’an de li paytexta Îranê Tahranê bi du hevalên xwe re hat binçavkirin. Di sala 2008’an de bi hêceta endamê Partiya Jiyana Azada Kurdistanê (PJAK)’e ji aliyê dadgeha Şoreşa Îranê ve cezayê darvekirinê lê hat birîn.

 

Ferzad Kemanger bi nameyên xwe yên di zindanê de nivîsî, ket di nava dîrok û edebiyata Farisî de. Piştî darvekirina Ferzad Kemanger, 9’ê Gulanê ji aliyê raya giştî ya Îranê û Kurdistanê ve weke roja mamostayan hat binavkirin.

 

Şîrîn Elemhulî di 2’ê Hezîrana sala 1981’an de li gundê Dîm Qalfi ya ser bajarê Mako yê parêzgeha Urmiye li Rojhilatê Kurdistanê jidayîkbûye. Di Gulana 2008’an de li Tahran ji aliyê hêzên pasdar yên Îranê ve hat binçavkirin. Şirîn 25 roj hat binçavkirin, lê kesê nedizanî li kuderê ye. Piştî 25 rojan veguhestin girtîgeha Tahran. Piştî wê 6 mehan veguhestin girtîgeha jinan ya heman zindanê. Şirîn di dema binçavkirinê de rastî gelek êşkenceyê hatibû.

 

Di 19’ê Kanûna 2009’an de dadgeha Şoreş a Tahran, bi hêceta Şirîn endama Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) cezayê darvekirinê lê hat birîn. Piştî di 9’ê Gulana 2010’an de Şirîn Elemhulî, li gel çar hevalên xwe li zindana Ewînî ya Tahranê hatin darvekirin.

 

Ferhad Wekîlî ku bavê sê zarokan bû, li bajarê Sine ji dayîk bûye. Di Gulana 2007’an de li bajarê Sine hat binçavkirin û çend meh di girtîgehên Sine, Tahran û Kirmaşan de hat girtin. Wekîlî di dema zindanê de ji aliyê rejîma Îranê ve hat êşkencekirin. Wekîlî di nameyek xwe de dibêje; “Di dema dadgehê de tenê di nava 10 kêliyan de cezayê darvekirinê li min hat birîn.”

 

Elî Heyderyan jî bi Ferhat Wekîlî re hatibû binçavkirin. Heyderyan jî xelkê bajarê Sineye. Piştî çend mehan di girtîgehê de ma, bi hêceta endamê PJAK’ê ye cezayê darvekirinê lê hat birîn.

 

Mehdî Îslamyan xelkê Şîraza Îranê bû. Mehdî bi çar girtiyên siyasî yên Kurd re, di heman rojê de hat darvekirin. Mehdî Îslamyan bi hêceta alîkari dayîna birayê xwe Muhsin Îslamyan ku dixwest biçe ji dervey welat dihat sucdar kirin.

 

Îro heştemîn salvegera her pênç girtiyên siyasiye. Li rexmê ku ev 8 sal derbaz dibejî, lê hêjî Hikûmeta Îran ne cenaze daye malbatên wan, nejî cihê cenazeyê zarokên wan ji bo wan daye diyarkirin. Hêjî kes nizane cenazeyê girtiyên siyasî li ku spartine axê.

 

Siyaseta Hikûmeta Îran ya kuştin û darvekirinê berdewam dike. Dîrokê îspat kiriye ku Hikûmeta Îran ji bo ku qeyrana siyasî û aboriya xwe veşêre vê yekê ji bo xwe weke siyasetek bikartêne.

 

Piştî ku komara îslamî ya Îranê li ser şoreşa gelan ya Îranê de girt, vê yekê hêla Îran cihê xwe di çeperên şer yên sînorê Iraq û Kurdistan de mîsoger bike. Ji bo ku desthilatdariya xwe bi rêve bibe, bi taybet dest bi girtina çepên Îran û Kurdan kir. Hikûmeta Îran di nava sê mehan de sala 1988’an ve zêdetirî 20 hezar girtiyên siyasî, çep û Kurdan darvekiriye.

 

Piştî girtina girtiyên siyasî vê carê Îranê dest bi girtina rewşenbîran kir. Di salên 1993 heya 1998’an de zêdetirî 50 rojnameger, helbestvan, nivîskar û rewşenbîr ji aliyê wezareta Îtlaatî Hikûmeta Îranê ve, bê ku bên dadgehkirin hatin revandin û piştre jî li ser cenazeyên wan şopên êşkenceyê hatin dîtin. Ev pêla komkujiyan piştî ku xwendekarên zanîngeha Tahran li sala 1999’an de rabûn dawî lêhat. Xwendekarên zanîngehê li dijî komkujiyên rewşenbîr û rojnameger rabûn û daketin qadan.

 

Di demên dawî ji ber sedemê serhildanên gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên li dijî Hikûmeta Îran, hikûmetê vê carê ji carê di bi hêztir rewatiya xwe ji dest da. Siyaseta Îranê ya darvekirinê berdewam dike. Îro jî Îran bi darvekirina Ramîn Hisên Penahî ketiye rojevê. Her çendî ku ji ber zextên raya giştî cezayê darvekirinê hatiye paşxistin jî, lê hêjî metirsiya darvekirina Ramîn Hisên berdewam dike. Hikûmeta Îranê dixwaze ciwanek din yê Kurd bike qurban da ku desthilatdariya xwe rêve bibe.

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here