EHLAM HECÎ-DELÎLA AXÎN / SENGAL

 

 

Ev heftiyeke baraneke dijwar ku li seranserê Başûrê Kurdistanê dibare li Şengalê jî jiyanê felç kir û li hinek cihan bû sedema rabûna lehiyê. Barana dijwar a barî herî zêde jî Şengaliyên li Serdeştê hê dibin çadiran de jiyan dikin bandor kir. Şaredariya Şengalê ku bi derfetên kêm xebatên xizmetgûzariyê dimeşînin bi hewara gel ve çûn.

 

 

 

Endamê Şaredariya Şengalê Ziyad Qewal diyar kir ku wan dest bi çêkirina ew rêyên ku ji ber baran û lehiyê xirabûne kirine û bi vî awayî hewl didin alîkariya gel bikin.

 

 

Qewal rexne li rêxistinên mirovî jî kir ku heya niha ti alîkariyek ji bo gelê Şengalê yên hîn li bin çadiran de dijîn nekirine û got ku ew çadirên ji sala 2015’an ve hatine vedan niha hemû rizîne û baranê li xwe nagire.

 

Qewal diyar kir ku ew bi derfetên gelek kêm hewl didin alîkariyê bidin gel û derfetên wan yên xizmetkirinê jî gelekî kêmin.

 

Welatiyê bi navê Silêman Qasim jî weke Ziyad Qewal rexne li sazî û rêxistinên mafê mirovan kir ku heya niha ti alîkariyek ji Şengaliyên dibin çadiran de dijîn re nekirine û got: “Ev nêzî çar sale gelê me dibin heman çadiran de dijîn. Ji ber çadir kevin bûne av dikeve nava çadiran û li ber xwe dibe. Lê, heya niha jî ti saziyeke mirovî alîkarî ne daye me. Niha pêwîstiya Şengaliyên li Serdestşê dibin çadiran de dijîn bi alîkariyê heye. Ev nêzî heftiyeke bê navber baran dibare û jiyanê felç kiriye. Şaredariya Şengalê bi derftên kêm alîkariyê didin me û em spasiya wan dikin.”

 

 

 

(bz)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here