Şêwazê bikaranîna dengan û tevlîbûna hilbijartinê

31

 

 

ROZA MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Ji hilbijartinên Parlamentoya Iraqê re tenê 3 roj mane. 12’ê Gulanê gel diçe ser sindoqan û nûnerên xwe dihilbijêrin. Wê sibe propagandaya hilbijartinê jî bi dawî bibe. Emê divê dosyayê de balê bikêşin ser zanyariyên li ser hejmara lîsteyan, namzet, cihên dengdanê, dengdana taybet û ew belgenameyên ku pêwîste dengdêr di roja hilbijartinê de hebin ji bo we bêjin.

 

Li Iraqê 6 hezar û 904 namzet ji bo 329 kursiyan di pêşbirkê de ne

 

Li seranserê Iraqê 88 hizib û koalîsyon beşdarî hilbijartinê dibin. 6 hezar û 904 kes namzetin, nêzîkî 4 hezar û 850 namzet zilamin û rêjeya din jî jinin. Wê ev namzet pêşbirkê ji bo bi destxistina 329 kursiyan bikin. Mafê dengdanê yê 24 milyon kesan heye. Herwiha 51 hezar û 144 navendên dengdanên li seranserê Iraq tê danîn.

 

Li Herêma Kurdistanê 503 kesan namzetiya xwe danîne

 

Li Herêma Kurdistan mafê dengdanê yê  3 milyon, 144 hezar û 730 kesan heye. Wê li Herêma Kurdistanê 25 lîste û hevpeyman beşdarî hilbijartinan bibin. Ji vane 19 partiyên siyasî, 4 hevpeyman, du namzetên serbixwe bi giştî 503 kes xwe ji bo namzetiyê nîşandane. Ji vane 357 namzet zilamin û 136 jî namzetên jinin.

 

Wê sindoqên elektronî bên bikaranîn

 

Ji bo dengdana hilbijartinên 12’ê Gulanê yên Parlamentoya Iraqê wê sindoqên elektronî bên bikaranîn. Wê ev sindoq ji aliyê komîsyona bilind ya hilbijartinê ve bên bikaranîn. Karê van sindoqan gelek zû tê çêkirin. Her dema ku dengdêr dengê xwe bikaranî wê yekser bi rêya înternetê ji bo komîsyona hilbijartinê ya Bexda were şandin. Wê bi rêya van sindoqan demek kurt encamên hilbijartinê bên eşkere kirin.

 

 

Dengdana taybet

 

Wê beriya dengdanên giştî 48 saet dengdanên taybet bên encam kirin. Wê dengdana taybet ji bo; “Karmend, karmendên wezareta navxweyî û pêşmerge” bê kirin. Li seranserê Herêma Kurdistanê cihên dengdanên taybet, ji bo wezaretên navxweyî û pêşmergeyan bên bicih kirin. Herwiha 99 navendên dengdanê jî li ser parêzgehan bên dabeşkirin. Ji van 99 navendan, wê bi giştî 525 sindoqên dengdanê bên danîn.

 

Dengdana penaberan

 

Hemû penaberên piştî sala 2014’an li Herêma Kurdistanê bi cih bûyîn, navend û cihên dengdanê yên taybet ji bo wan hatiye amadekirin. Hemû navend wê di nava wargehên wan de werin danîn. Wê bi giştî li seranserê Herêma Kurdistanê 27 navendên dengdanê ji bo penaberan werin danîn.

 

Penaberên ku parêzgeha Mûsil, Enbar, Selaheddîn û Kerkûk li Herêma Kurdistanê bi cih bûyîn, wê ji bo wan jî cihên dengdanên werin danîn û bi giştî li seranserê Herêma Kurdistan 51 cihên dengdanên werin amadekirin. Wê ev penaber bikarin li van navendane dengên xwe bi karbînin, lê di vê kartên dengdanê hebin.

 

Divê kesên dengê xwe bikarbînin çi li gel xwe bibin

 

Hemû kesên ku di sala 2014’an de kartên xwe yên dengdana taybet heyî, herkesê ku qeyda biyometrî kirî, divê kartek nû jêre hatibe. Eger biyometrî nekirbe û kartek nû jêre hatibe, bivê kartê jî dikare dengê xwe bikar bîne. Yan jî divê belgenameyên wan li gel wan bin û wêneyek yê wî kesê dengdêr li ser hebe da ku bê nasîn. Ew jî dikare dengê xwe bikarbîne.

 

 

Qedexeyên roja dengdanê

 

Di roja dengdanê de birina jor ya hinek kel û pelan qedexeye. Ewjî pêktên ji; “telefon, çek, kêr, kel û pelên şer, al û logoyên hizban, cil û bergên bi logoyên hizban yan jî cilên ji bo propagandaya lîste û namzetan.”

 

Dema ku navê dengdêr di lîsteyan de nebe

 

Dema ku navê dengdêr di lîsteyan de nebe, lê karta dengdêr ji aliyê cihaz ve hat xwendin, wê ew nav di lîsteyê de were zêde kirin û dengdêr dikare dengê xwe bikar bîne. Lê dema ku cîhazê elektoronî nexwend û di lîsteyê de jî nebe wê demê mafê dengdêr li wî cihê dengdanê nîne. Ji bo wê divê li cihên din yên dengdanê bigere.

 

Ji bo girtî û nexweşan bi vî awayî deng tê dayîn; “Wê pelê dengdanê bê xistina nava zerfekê û zanyariyên wî/wê li ser bê nivîsîn. Wê ew jî bêxe nava zerfekê din û cihê xwe û hêjmara dengdana hilbijartinê li ser tê nivîsîn. Wê ji wir jî ji bo komisyonê bê şandin. Li komîsyonê jî wê ew zanyarî werin lêkolîn kirin. Eger zanyarî rast bin wê dengê wî/wê were pejirandin, lê ger zanyarî ne rastbin wê dengê wan bi şewite.

 

Bi vî awayî deng tê bikaranîn

 

Wê dengdêr karta xwe ya dengdanê bide karmendên li ser sindoqê, piştre jî wê li ser cîhaz şopa tiliya xwe bikar bîne. Ger cîhaz tiliya destê wî/wê kesî xwend, wê karmend pelê dengdanê bide û piştre biçe cihê deng tê karanîn, dengê xwe bikarbîne. Piştî wê were gel berpirsyarên sindoqên elektoronî. Wê li wir pelê dengdanê bê xistina ser sindoq û cîhazê jî ku aliyê komîsyonê ve hatî danîn. Wê pelê dengdêr yê ku li ser dengê xwe bikaranî, bi rêya cîhazê elektronî birêya înternetê ji bo Bexda bê şandin.

 

Li gorî komîsyonê bi rêya cîhazên elektoronî, wê sixtekariya di hilbjartinê de bê asteng kirin.

 

(rn)