BIRYAR MIHEMED/ HEWLÊR

 

Tê payîn sibe dengdanên taybet ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê destpê bike û 12’ê Gulanê jî hilbijartinên giştî pêkwerin. Yekemîn care ku li Iraqê hilbijartin bi awayê elektronî tê kirin.

 

Li ser hîleyên ku di hilbijartinê de werin kirin serokê lîsteya Tevgera Goran yê li parêzgeha Hewlêr Kawa Mihemed ji RojNews re axivî. Kawa got; “Hilbijartinên berê em bûn qurbanê destên sextekarî û hîleyan. Lê vê carê komîsyona serbixwe ya bilind a hilbijartinê sîstemek nû aniye ku pêşiya hîleyan bigire."

 

Her çendî ku Mihemed diyarkir ku wê vê carê wê pêşiya hîleyan bên girtin jî, lê diyarkir ku ew bi fikarin jî û got; “Tirsa me ji hizbên mezin yên desthilat ên Iraqê heye. Li herêma Kurdistan jî, ji PDK û YNK’ê heye. Em di tirsin ku evane hîleyan bikin. Ji ber ku evane di dema borî de gelek kursî bi hîleyan bi dest xistine.”

 

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here