Waliyê Silêmaniyê: Wê 63 hezar çavdêr hilbijartinan bişopînin

29

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Îro êvarê waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir di daxuyaniyeke çapemeniyê de behsa pêvajoya bangeşeya hilbijartinê û xebatên wê kir.

 

Ebûbekir diyar kir ku li parêzgeha Silêmanî 16 lîsteyên siyasî bi 218 namzetan ji bo 18 kursiyan pêşbaziyê dikin û spasiya hemû aliyên siyasî kir ku girêdayî pîvan û perspektîfên hilbijartinê maen û bangeşeyê di atmosfereke aram de birêve birine.

 

Heval Ebûbekir diyar kir ku ewê bi alîkarî û hemahengiya welatiyan pêvajoyê hîn aramtir bikin û got ku hêvî û bendewariya wan ewe ku pêvajoya hilbijartinê ser bixin.

 

Waliyê Silêmaniyê xîtabê aliyên siyasî yên beşdarî hilbijartinê dibin kir û da zanîn ku divê hemû alî dilniyabin ku hêzên asayîşê û pêşmerge wê di vê dema hilbijartinê de bê alî tevbigerin û kîjan alî anjî kes dixwazin deng bidin kîjan namzet û lîsteyê azadin.

 

Heval Ebûbekir diyar kir ku wê hilbijartin roja 12’ê Gulanê ji saet 07.00’ê sibehê heya 18.00’ê êvarê dewam bike û got ku wê di heman rojê de çûyîn hatina di navbera parêzgehan de ji 07.00’ê sibehê heya 19.00’ê êvarê werin girtin.

 

Heval Ebûbekir da zanîn ku sibe yekemîn qonaxa hilbijartinê bi dengdana karmendên ewlekariyê, asayîş û pêşmergeyan li dibistana Şehîd Xefûr Jajleyî li Taxa Kurtsat beramber Radyo Newa dest pê dike.

 

Waliyê Silêmaniyê diyar kir ku ji bo hilbijartinên roja 12’ê Gulanê jî çar navend ji bo ragihandinê diyar kirine ku bikarin bişopînin. Yek ji wan navendan Şîrîniya Keçan li beramber Parka Azadî, navendeke din Şehîd Cemal Tahîr li Tuy Melîk, navenda sêyemîn jî Sîrwanî Kuran nêzî Filkeya Mame Rîşe, navenda çaremîn jî Rizgarî Keçan nêzî xaniyên Kargeha Cixareyê ye.

 

Heval Ebûbekir daxuyankirin ku wê çavdêrên navnetewî hilbijartinên Iraqê bişopînin û got ku 63 hezar çavdêr hatine Iraqê û 19 hezar ji vane jî wê li Herêma Kurdistanê hilbijartinan bişopînin.

 

Waliyê Silêmaniyê ji welatiyên Silêmanî jî xwest ku zû biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin, ji ber wê 18.00’ê êvarê sindoq werin girtin û paşê dê nekaribin deng bidin.

 

(bz)