BIRYAR MIHEMED / HEWLÊR

 

Der barê amadekariyên ji bo hilbijartinên parlamentoya Iraqê de, îro bi amadebûna çend rayedarên bajar û navçeyan Wezîrê Hundirîn ê hikûmeta Herêma Kurdistanê Kerîm Sincarî li bajarê Hewlêr daxuyaniyek daye çapemeniyê.

 

Kerîm Sincarî wiha diyar kir:" Em daxwaz ji welatiyên Başûrê Kurdistanê dikin ku biçin ser sinduqê û dengê xwe bikar bînin û bila piştrast be ji silametiya jiyana xwe. Em ji weke hêzên parastinê emê erkê dikeve ser milê me bicih bînîn.”

 

Kerîm Sincarî wiha got:" Roja Şemiyê wate roja hilbijartinêye emê wê rojê çûn û hatinê di navbera parêzgehan de rawestînin.”

 

Di derbarê rewşa deriyê sînorî de jî Kerîm Sincarî wiha got: "Wê deriyê sînor şeva Înê heya şeva Şemiyê di seat 12’ê were qepatkirin. Lê heya nihaji jî Bexdayê biryarek bi vî rengî li ser deriyên sînorî ne hatiye dayîn û pêwiste em cih bi cihbikin.”

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here