2 kîlometre maye ku şervan bigihijin Çemê Firatê

29

 

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê di roja 10'an de ye. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) her bi pêş ve diçin.

 

Tê gotin, şervanan mayinên li herêmê rakirine û 2 kîlometre mane ku xwe bigihînin gundê Baxozê yê li qiraxa Çemê Firatê ye.

 

Ji destpêka qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê û ve şervanên QSD'ê bi 21 kîlometreyan li ser sînorê Sûriye-Iraqê bi pêş ve çûne.

 

(bz)