Ciwanên Xaneqîn: Emê dengê xwe bidin namzeta lîsta 120

52

 

 

EMÎR XANEQÎNÎ/ XANEQÎN

 

Ji bo hilbijartinên giştî yên parlamentoya Iraqê tenê 2 roj man. Lîsteya 120 ya Nifşê Nû yek ji wan lîsteyane ku tevlî hilbijartinê dibe. Ciwanên navçeya Xaneqîn a girêdayî parêzgeha Diyala ku RojNews re li ser hilbijartinê axivîn, diyar kirin ku ewê dengê xwe bidin namzeta lîsteya 120 li Xaneqîn.

 

Ciwanê bi navê Nezar Samî yê ji navçeya Xaneqîn diyar kir ku ew ji lîsteya 120 li benda xebatên başin, ji ber 15 salin navçeya wan rastî penaberbûn, alozî û terorê hatiye.

 

 

Nezar Samî got; “Emê ji bo serkeftina Dr. Rebîa hewldan bikin. Ji ber ku bê cûdahî parastina tevahî pêkhateyên Xaneqîn kiriye.”

 

Ciwanek din ê navçeya Xaneqîn Diyar Fazil jî got ku weke ciwanek ê Xaneqîn ewê dengê xwe bide Dr. Rabîa Ebas û sedema wê jî wiha nî ziman; “Dr. Rabîa ji bo ciwan û jinan kar dike. Di dema êrîşa DAIŞ’ê li ser Xaneqîn de weke jinek bi tenê parastina Xaneqîn kir û moral da gel ku parastina Xaneqîn bikin.”

 

 

Her wiha Diyar Fazil got ku Dr. Rabîa Ebas gelek xizmet ji bo Xaneqîn kiriye, tevlî hemû çalakiyên ji bo parastina mafê xelkê navçeyê bûye.

 

Namzeta hejmara 2 ya lîsteya 120 li navçeya Xaneqîn Dr. Rabîa Ebas jî diyar kir ku bernameya wan a ji bo parlamentoya Iraqê ji ya hizbên din ên Iraq û Herêma Kurdistanê cûda ye, ji ber van hizban heya niha nekariye sîstemek guncaw ji bo rizgarbûna ji qeyran û aloziyan danin.

 

 

Dr. Rabîa Ebas wiha jî got; “Iraq li ser deryayek petrolê ye. Belê rêjeya hejariyê têde zêde ye. Bernameya me jî sîstemek aboriya cûda û sîstemek rêveberiya demokratîke. Gel bi xwe rêve bibe û dehata herêmê ji bo gel bi xwe vegere ye. Ne ku tenê aliyek dest dane sere.”

 

(rn)