Dengdana hêz û karmendên ewlekariyê dest pê kir

20

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Îro saet 07.00’ê sibehê qonaxa yekemîn ya dengdana ji bo hilbijartinên parlementoya Iraqê dest pê kir. Di qonaxa yekemîn de karmendên ewlekariyê, fermandar, karmendên ser bi wezareta navxweyî, pêşmerge û erkdarên girtîgehan û girtî deng didin.

 

 

Di hilbijartinên qonaxa yekemîn de mafê 943 hezar kes heye ku dengê xwe bikar bînin ku zêdeyê 179 hezar  ji vana dikevin Herêma Kurdistanê. Sedî 95’ê vana jî karta dengdanê bi kar tînin.

 

Li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê hezar û 79 navend ji bo dengdanê hatiye diyar kirin. Ji vana jî 99 navendên dengdanê li Herêma Kurdistanê hatiye diyar kirin ev jî dike 525 odayên hilbijartinê.

 

Îro di heman demê de welatiyên Iraqê yên li derveyî Iraqê dijîn li 19 welatên biyanî diçin ser sindoqan û wê ev hilbijartina li derveyî welat du roj berdewam bike.

 

Roja 12’ê Gulanê jî wê hilbijartinên giştî li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê dest pê bike.

 

 

 

 

 

 

 

 

(bz)