Dengdêr dikare bi du awayî dengê xwe bikarbîne

33

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro danê sibê hilbijartinên qonaxa destpêkê yên ji bo Parlamentoya Iraqê li seranserê Herêma Kurdistan û Iraqê destpêkir. Îro ji ber ku dengdan tenê karmend û girtî dengên xwe bi kartînin, saet 07:00 destpêkirî tê payîn heya saet 18:00’ê dewam bike.

 

Bi vî awayî deng tê bi karanîn

 

Dengdêr karta xwe ya bayotmetrî wê bide karmendê ser sindoqê û piştre wê tiliya xwe deyne ser cîhazê dengdanê. Dema cîhazê elektoronî şopa tiliya wî xwend, wê piştre ji aliyê karmendan ve laperek were dayîn. Piştî ku dengdêr laperê xwe girt wê biçe pişt perdê û dengê xwe ji bo aliyê dixwaze bi karbîne. Piştî wê dîsa tê gel karmendên din ku berpirsyarê sindoqa elektronî ne. Lapera dengê xwe wê deyne ser sindoqê û wê bi rêya cîhaz tevlî bernameyê bê kirin, piştre heman laperê dengdêr bi rêya wî cîhazê bi internetê ve girêdayî ji bo Bexda tê şandin.

 

 

Dengdêr dikare çawa dengê xwe bide?

 

Di laperê dengdanê de, navê hemû lîste û hêjmarên lîsteyan heye. Lê navê namzetan nehatiye nivisandin. Tenê hêjmara wan heye. Yanî dema welatî bixwaze dengê xwe bide namzetan divê hêjmara namzetan bizane û wisan dengê xwe bide. Li gorî forma dengdêr, dengdêr dikare ji aliyê rast ve forma hejmarê bi pênûsê îmze bike. Li aliyê çepê yê formê jî, hêjmara namzetan heye. Hêjmarek a namzetan tê hilbijartin û dikare dengê xwe bide namzetek.

 

Herwiha dengdêr dikare tenê navê lîste û hêjmara nazmetan bi hilbijêre. Bi vî awayî deng tê hesap kirin. Lê ger dengdêr tenê hêjmara namzet hilbijêre û navê lîsteyê nehilbijêre wê demê ew deng di şewite.

 

 

Hêjayê gotinê ye li seranserê Iraqê mafê 943 hezar kes heye, di qonaxa destpêkê de dengê xwe bikarbînin. Ji vane zêdetirî 189 hezar kes yên Herêma Kurdistanê ne. Ji vane zêdetirî %90 kesan kartên xwe yên dengdanê wergirtine.

 

Herwiha li seranserê Iraqê ji bo dengdana destpêkê hezar û 79 cihên dengdanê hatine danîn. Ji vê jî  99 cihên dengdana taybet li Herêma Kurdistanê ne. 

 

(rn)