BIRADOST/ROJNEWS

 

Gerîlayên HPG/YJA Star îro saet 10.00’an de li hemberî leşkerên artêş Tirk ên ku li ser Girê Lêlkan bicîh bibûn, ji 8 aliyan ve çalakiyek mezin lidar xistibû.

 

Piştî çalakiyê balafirên şer ên artêşa Tirk jî noqteyên nêzî leşkerên li ser Girê Lêlkan 4 caran bombebaran kirin.

 

Çavkaniyên li herêmê ku bûn şahidên çalakî û bombebaranê ragihandin ku artêşa Tirk piştî çalakiyê bi alîkariya cerdevanan cenazeyên xwe ji herêmê birine. Çavkaniyan destnîşan kirin ku qasî wan dîtiye, 15 cenazeyên leşkeran û 7 leşkerên birîndar ji herêmê birine.

 

Têkildarî mijarê HPG’ê heta niha ti daxuyanî nedaye.

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here