‘Divê aliyên Kurd yek rêziya xwe bi parêzin’

30

 

 

SILÊMANÎ/ ROJNEWS

 

Îro li navenda Hizba Sosyalîs a li bajarê Silêmaniyê seroka lîsta Hizba Sosyalîst Tanya Tahir di derbarê hilbijartin û propagandaya hilbijartinê de daxuyaniyek çapemeniyê da.

 

Tanya Tahir têkildarî bal kişande ser helwesta ji bo encamên hilbijartinê û got; “Em daxwaz ji aliyên siyasî dikin, da ku bi rihek medenî encamên hilbijartinan qebûl bikin û pêngavek wêrek di warê yek rêziya nava mala Kurd de bavêjin. Em dixwazin aliyên Kurd bi awayek neteweyî û nîştimanî yek rêzbin û giliyê mafê xelkên Kurdistanê bigihînin Bexda.”

 

Herwiha Tanya got; “Em daxwaz ji wan namzetên ku di vê hilbijartinê de serbikevin û biçin Parlamentoya Iraqê dikin, da ku li ser bi destxistina mafê Kurdan bi bandor bin û hewlek baş bidin.”

 

(rn)