HEWKAR MISTEFA / HELEBCE

 

Îro saet 07.00’ê sibehê qonaxa yekemîn a dengdana ji bo hilbijartinên Parlementoya Iraqê destpê kir. Di qonaxa yekemîn de karmendên ewlekariyê, fermandar, karmendên ser bi wezareta navxweyî, pêşmerge û erkdarên girtîgehan û girtî deng didin. Lê, ji niha ve sextekariyan jî destpê kiriye.

 

Nûnerê Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê li Navenda Dengdanê ya Çinar a li navçeya Seyidsadiq a Silêmaniyê Cemal Kakî têkildarî sextekariya tê kirin ji ajansa me re diyar kir ku nêzî saetekêye, kontrola navenda dengdanê ya Çinar ji kontrola Komîsyona Hilbijartinê derketiye û binpêkirina li navendê destpê kiriye.

 

 Cemal Kakî têkilarî mijarê ev agahî dan; "Gelek kes bêyî ku kartên wan ên dengdanê hebin û navê wan li lîsteya dengdanê ya li navendê hebin, bi cilên sivîl dikevin hundir û deng didin.  Me daxwaza dosya gilîkirinê ji komîsyonê kiriye, lê nedane me. "

 

Li gorî agahiyên bi dest ketine, ew kesên ku diçin navenda dengdanê û kartên wan ên dengdanê nîne û navên wan li lîsteya dengdanê de nîne, karmendên Komîsyona Hilbijartinê furmên dengdanê didine wan û dengê xwe didin, lê danê sibehê furmên dengdanê nebûn, tenê bi kartên dengdanê deng  dihatin dayîn.

 

Herwiha ew kompîterên ku kartên dengdanê dixwendin û cihên dengdêran diyar dikirin, niha hatine rakirin û navendên dengdanê jî ji 6 kirine 7.

 

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here