NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro saet 07:00’ê li 19 welatên cûda yên cîhanê dengdana ji bo parlamentoya Iraqê destpê kir û sibe jî wê dengdan berdewam bike.

 

Li welatên weke Îmaran, Lubnan, Misir, Danîmarka, Hollanda, Brîtanya, Urdin, Tirkiye, Îran, Elmanya, Keneda, Amerîka, Swêd, Avustralya, Nerwêç, Nemsa, Fîlanda, Belçîka û Newzelanda dengdana ji bo parlamentoya Iraqê destpê kir.

 

Heya niha hejmarek zelal têkildarî dendêrên ji dervey welat nîne, lê tê payîn ku zêdetirê 750 hezar dengdêr hene.

 

Her wiha îro li Herêma Kurdistanê û Iraqê qonaxa yekem a dengdana hêzên ewlehiyê destpê kir û heya saet 18:00’ê wê dewam bike.

 

Di 12’ê Gulanê de wê dengdana giştî pêk were.

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here