Li Diyale Kurd bi 7 lîsteyan di nava pêşbirkê de ne

27

 

 

HAWRÊ KIRÊKAR/ DIYALA

 

Li gorî rêjeya komîsyona hilbijartinê li parêzgeha Diyale 22 hizb û lîste ji bo bi destxistina kursiyên parlamentoya Iraqê di nava pêşbirkê de ne.

 

Parêzgeha Diyale dikeve navenda Iraqê. Li Diyale netewên Kurd, Ereb û Tirkmen dijîn. 5 navçe jî li ser Diyalene. Bi giştî li Diyale mafê milyonek, 7 hezar û 930 kesan heye ku dengê xwe bikarbînin. Ji vê rêjeyê jî 84 hezar dengdêr dikevin navenda navçeya Xaneqîn. Li bajarokê Qeretepe ya ser bi Xaneqîn jî 24 hezar dengdêr hene.

 

Li parêzgeha Diyale ji bo 14 kursiyên parlamentoya Iraqê 22 lîste û hevpeyman di nava pêşbirkê de ne. 7 hizbên siyasî û lîsta Kurd beşdarin. Ev lîste ji; “Nifşê Nû, YNK, Hizba Komunîst, Sosyalîst, PDK, Lîsta Nîştiman” pêktên. Ji vane bi giştî 354 namzet hene. Ji wan jî 257 zilam û 97 jî jinin.

 

Bi giştî li parêzgeha Diyale 466 navendên dengdanê, 2 hezar û 294 sindoq hene. Ji vane 32 navend dikevine bajarokê Xaneqîn. Herwiha 31 hezar dengdanên taybet li parêzgeha Diyale hene. Ji bo vê jî 31 navend hatine diyarkirin. Ji vane jî 2 navend li bajarokê Xaneqinê ne.

 

Ji bilî dengdana taybet hêzên Heşdî Şebî li sînorê Diyale cûda dengê xwe didin. Wê Heşdî Şebî roja dengdana giştî dengê xwe bi karbînin. Kartên dengdanê yên Heşdî Şebi medenîne û çar navend ji bo wan hatine destnîşankirin. Ev navendane jî li bajarokên Sediye, Şareban, kampa Eşrefî ya leşkerî û navenda Diyala ne.

 

Berpirsyarê ragihandina komîsyona hilbijartina parêzgeha Diyale Hesen Pîrwelî ji RojNews re axivî û got; “Ji roja propagandayên hilbijartinê destpê kirî heya niha, 500 binpêkirin li parêzgeha Diyale pêkhatine. Ji vana 10 binpêkirinên dijî hilbijartinê li Xaneqîn pêkhatine. Ev binpêkirinane jî piranî di daliqandina wêneyan de hatine kirin. Herwiha wêneyên namzetan li dijî yasaya hilbijartinê hatine daleqandin.”

 

 

Herî dawî Pîrwelî got; “Wê cezayê hemû binpêkirinan were dayîn. Ji xwe ceza hatiye diyarkirin, ger her lîsteyek ne amadebe wê ew ceza du qat zêde bibe.”

 

(rn)