Li Duhokê ji bo gerîlayê HPG’ê serdanên sersaxiyê

48

 

 

 

DUHOK/ROJNEWS

 

 

Gerîlayê HPG’ê Tekîn Zîrek ê bi nasnav Kemal Dilgeş di 18’ê Adara 2018’an de li bejahiya navçeya Dara Hênê ya bajarê Çewlikê li gel 2 hevalên xwe di şerekê li dijî artêşa Tirk de şehîd bibû.

 

Piştî ku Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê di 8’ê gulanê de nasnameyên hersê gerîlayan eşkere kirin, gel çû serdana malbatên şehîdan.

 

Ji bo Ş. Tekîn Zîrek ku ji bajarê Colemêrgê yê Bakûrê Kurdistanê ye jî sersaxî hatin qebulkirin. Ji ber ku beşek malbata Zîrek li bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê dimîne, li vî bajarî jî sersaxî hatin qebulkirin.

 

Sersaxî duh li mala malbata Zîrek a li navenda Duhokê hatin qebulkirin. Rêveberên partî, rêxistin, saziyên civakî û gelek welatî çûn serdana malbatê û sersaxî xwestin.

 

Di serdana ku dua hatin xwendin de, bavê Şehîd Kemal Zîrek; Yusuf Zîrek mêvan pêşwazî kirin.

 

(bz)