Li Silêmaniyê mitînga dawî ya Nifşê Nû

41

 

 

 

SILÊMANÎ / ROJNEWS

Li Hola Spî ya Silêmaniyê bi beşdarbûna hezaran kesî mitînga dawî ya lîsteya 120'an a Nifşê Nû ku ji Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, Eniya Demokratîk a Gel û Tevgera Nifşê Nû pêk tê pêk hat.

 

Gelek namzetên lîsteya Nifşê Nû yên Parêzgehên Herêma Kurdistanê û Iraqê beşdar bûn. Bi hezaran kesên beşdarî mitîngê bûyîn piştgirî dan namzetên Nifşê Nû.

 

Li seranserî Iraqê hilbijartina taybet îro destpê kir û wê di 12'ê Gulanê de jî hilbijartinên giştî li 18 parêzgehên Iraqê destpê bike.

 

 

 

 

 

 

 

(ab)