Îro li Tehranê mamosteyên nerazî û yên teqawitbûyî ku ser bi wezareta perwerdeyêne li dijî taybetkirina perwerdeyê li ber Navenda Bername û Bûdçeyê ya Îranê kom bûn.

 

 

Li bajarê Merîwan, Seqiz û Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê jî mamoste bi heman daxwazê li ber Navendên perwerdeyên van bajaran kom bûn.

 

Polîsan êrîşê mamosteyên li Tehranê li ber Wezareta Bername û Bûdçeyê kom bûbûn kir.

 

Mamoste di vê xwepêşandê li dijî hewldanên taybetkirina sîstema pewerdê dikin û radigihînin ku bi girtina pere ji xwendekaran girtin û taybetkirina xwendinê mafê xwendina bê beramber ji welatiyan digirin. Mamoste her wiha daxwaza kar kirina bi sîgorta ji hikûmeta Îranê dikin.

 

Di xwepêşandanê de dirûşma, “Nan, Kar, Azadî” û ‘Sîgorta mafê mamostayane” hatin gotin.

 

Eger perwerde bi giştî were taybet kirin û girêdayî şîrketan were birêve birin, wê xwendekar ji bo xwendinê pere bidin û sîstema xwendina bê pere ji holê rabe.  

 

 

 

(bz)

 

 

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here